Ribêsa ku tê gotin seranserî zivistanê di bin berfê de bi ava berfê şîn dibe li navçeya Erdîşa Wanê rastî eleqeya welatiyan hat. Ribêsa ku bi temamî xwezayî ye ji aliyê seyarfiroşan ve kîloya wê 5 TL'yî tê firotin. Seyarfiroşên ku bi gotinên; "Ribês şor e. Kî nexwe cihê wî gor e" bala mirovan dikişînin ser xwe di meha Nîsanê de şîn dibe.
WAN