
Halim Dener 30´ê Hezîrana sala 1994´an dema ku afîşeke li ser ala ERNK´ê heyî li meydana Steintor a bajarê Hannover´ê didaliqand, ji aliyê polêsê taybet ê elman ve ji nêzîk ve hat qetilkirin. Di rasthatina bîst saliya qetilkirina Dener de bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê 51 rêxistinên Kurd, Tirk û Elman 21´ê Hezîranê roja şemiyê ev meydan bi alên PKK´ê hatin xemilandin. Komên navbirî bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Klagemarkt civiyan û ji wir ber bi meydanê ve meşiyan.
Dewleta Elman wê hesêb bide
Li meydanê li ser navê komîteya amadekar a meşa protestoyî endamê komîteyê Sozdar Koçer peyivî. Koçer got, yên ku ji bîst salan û vir ve tên kuştin Kurd in û ya tê krîmînalîzekirin jî tevgera azadiyê ya Kurd e. Koçer got, di navê re bîst sal derbas jî bibin Elmanya wê hesabê vê yekê bide.
Di meşê û mitîngê de bi ala, sembol û pankartên hilgirtî qedexekirina PKK´ê li Elmayayê jî hat şermezarkirin û di axaftinên komên çepgir ên elman de jî piştgiriya navneteweyî li dijî zexta li dijî Kurdan derkete pêş.
HANNOVER