Meclîsa Aştî û Demokrasiyê li Ewropayê (ABDEM) bang li gelan kir ku li dijî dîktatorî û şer, ji bo aştî û azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê û diyar kir, ku Erdogan û AKP ên encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekirin, welat xistine nava şer.
ABDEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku Erdogan û AKP ên encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê qebûl nekirin, welat xistine nava şer. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku desthilatdariya AKP'ê ya ku di 20'ê Hezîranê de bi teqandina bombeyê li nava ciwanên sosyalîst re dest bi şerê qirêj kir, dûre Herêma Qendîlê jî di nav de Başûrê Kurdistanê, çeperên şervanên Rojava û gelek herêmên li Bakurê Kurdistanê bombe kiriye.
Her wiha ABDEM'ê da zanîn ku ji bo pirsîna hesabê hemû komkujiyan, divê herkes heta 25'ê Cotmehê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê. DAxuyaniya ABDEM'ê bi vî rengî dewam kir: "Mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê hilbijartinê 1'ê Mijdarê jî di navbera du hêz, du zîhniyetan de dimeşe. Ev her du zîhniyet; zîhniyeta nîjadperest û yekparêz a li ser şer û xwînê siyasetê dike û zîhniyeta pirrengî ya ji bo aştî û azadiyê berdêlan dide. Zîhniyeta destpêkê AKP, MHP û CHP'ê temsîl dike, zîhniyeta duyemîn jî HDP a ku di aştî û azadiyê de israr dike, temsîl dike.
Weke ABDEM em bang li gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin, ku heta 25'ê Hezîranê ji sedî sed biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê.Li dijî dîktatorî û şer, ji bo aştî û azadiyê em dengê xwe bidin HDP'ê!"
'Biçin ser sindoqan'
Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Bemal Ozdemîr bang li Elewiyan kir ku biçin ser sindoqan û got, "Ji 25'ê Cotmehê re demeke kurt maye. Girîng e hemû can, ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bidin HDP'ê."
Ji bo bidawîbûna dengdayîna li Ewropayê, bi tenê 2 roj man. Pêkhateyên HDP'ê yên li Ewropayê, seferber bûne. Hevseroka FEDA'yê Bemal Ozdemîr diyar kir ku ew hêvîdar in rojiya Elewiyên rojiya Yas-i Mûharrem digirin qebûl bibe û rojiya Mûharrem a Elewiyan bi bîr anî. Ozdemîr da xuyakirin ku divê hemû Elewiyên li Ewropayê dengê xwe bidin HDP'ê û got, "Di serî de Elewî, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de xwedî li HDP'ê derkevin. Em dizanin ku di 7'ê Hezîranê de vîna Elewiyan ji sindoqê derket. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê di vê hilbijatrinê de jî biçin ser sindoqan û xwedî li HDP'ê derkevin."
'Li benda roja dawiyê nemînin'
Hevserokê CDK-F'ê Rustem Ozay da xuyakirin, ku ji bo hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê, ev demeke dirêj e ew li gelemperiya Fransayê xebateke berfireh dimeşînin, lê belê encamên heta niha derketine holê, ne li gorî daxwaz û bendewariya wan e. Rustem Ozay diyar kir ku ji ber vê yekê wan li Fransayê seferberiya dengdayînê îlan kirine û got, "Dengên ku heta niha li Fransayê hatine bikaranîn, ne di asta daxwaza me de ne. Lewma me niha li gelemperiya welêt seferberiyek îlan kirine. Girîng e gelê me nekeve nava xemsariyê û di zûtirîn demê de biçe ser sindoqan. Divê em ne tenê mesûlê dengê xwe bin, di heman demê de ji dengê hevser, dost û cîranên xwe jî berpirsyar bin. Dengdayînê ji rojên Şemî û Yekşemê re nehêlin. Divê di nava hefteyê de deng were bikaranîn, ji ber ku dem kêm e. Li dijî dîktatorî û faşîzma AKP'ê divê em dengê xwe bi kar bînin. AKP ji bo dîktatoriya xwe Tirkiye veguherandiye gola xwînê. Alternatîfa li dijî vê HDP ye. Aştîxwaz, ciwan, mirovên ji nêrîn û olên cuda, pêwîste xwedî li HDP'ê derkevin û tavilê biçin dengê xwe bi kar bînin."
Xebatên li Îtalya qediyan
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, Koordînasyona Hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê qedand. Endamên Koordînasyonê doh civiyan û diyar kirin ku ji Bakurê Îtalyayê wê bi deh otobus û bi dehan wesayîtên şexsî re ji gelek nuqteyan hilbijêr wê biçin Konsolosxaneya Tirk a li Mîlanoyê û dengê xwe bi kar bînin.
Koordînasyonê da xuyakirin ku li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ew bêhtir bi koordîne ne û ew ê li gorî hilbijartina bihurî bêhtir dengan werbigirin.Koordînasyonê her wiha ev bang li hilbijêrên li Îtalyayê kir; "Girîng e her kes mîna xebatkarekî HDP'ê bi berpirsyarî rabe û bi vî rengî tevbigere."
NAVENDA NÛÇEYAN