Diyar Dêrsim rexne li helwesta hunermendan di vê demê de girt û wiha pê de çû: “Her kes divê pêvajoyê de dibêje, tiştek ji destê me nayê, bê çare dimîne. Bi taybet ger hunermend vê gotinê bêjin, ew ne hunermend e. Hunermend ew e ku dema zilm heye li ber xwe bide, dema tarî heye ronahiyê bîne. Hunermendên me yên wek Sefkan, Mizgin û Delîlan jî hebûne ku dema pêwîst kiriye çeka xwe rakirine û çûne şer kirine. Di vê demê de pêwîst e em hunermend di cihê xwe de rûnenên. Divê em bi çalakî û stranên xwe tevlî vê berxwedanê bibin.”

Diyar  bang li hemû hunermendên Başûr jî kir ku bi hunera xwe deng bidin berxwedana Bakur. Diyar wiha got: “Dema berxwedana Kobanê me wek hunermend ji bo moral bidin gel û şervanên xwe, li ser sînorê Pirsûsê me nobeta azadiyê girt. Niha jî ev du mehe li Bakûr berxwedaniyek heye. Başûrê Kurdistanê bi taybet hunermend divê dengê xwe bilind bikin û bi hunera xwe deng bidin vê berxwedaniyê. Em li benda hunermendên Başûrin ku ew jî daxuyanî û çalakiyan ji bo berxwedana Bakur li dar bixin. Ferqa Hewlêr, Silêmanî, Mihabad, Efrîn û Qamişloyê nîne. Kurdistane di dilê her kurdekî de yek parçe ye. Divê herî zêde hunermend helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.



KAROX REWANDUZ / ROJNEWS