Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya 118’emîn saliya xebatên rojnamegeriya Kurdî bi amadebûna dezgehên Kurdî yên ANHA, Ronahî TV, Rojnemeya Ronahî, ANF, JINHA, DIHA, Radyo Kobanê FM, Radyo ART FM, Ajansa Ara News, Ajansa SMART, KNN TV û K24, li Qada Jina Azad a herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê Nûçegihanê Ronahî TV Enes Yildiz ve hat xwandin. Daxuyaniya hatî xwendin bi vî rengî bû: “Van salên dawî li her çar parçeyên Kurdistanê û nemaza li Rojava û Bakurê Kurdistanê çapemeniya Kurdî bi feraseta neteweya demokratîk ji bo veguhestina heqîqetê di asteke ber biçav rastiyên ku li Kurdistanê diqewimîn ji bo raya gîştî ragihand. Bi taybet di tekoşîna li hember terora DAIŞ’ê de ji bo ragihandina rastiya wehşiyeta DAIŞ’ê û berxwedana şervanên Kurd gelek hevalên me tevî hemû metirsiyan dev ji erkên xwe bernedan û gihîştin asta şehadetê. Ev jî Denîz Firat ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û Agir Banê li Çiyayê Şengalê û her wiha Mezlûm Bagok û Agirî Yilmaz li Rojavayê Kurdistanê bûn. Ev rêheval bûn sembola şehîdên ragihandina Kurdî, ji ber vê yekê di serî de em roja rojnemevantiya Kurdî li şehîdên rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin. Em wekî rojnemevanên Kantona Kobanê ji bo pêngava´Na ji bêdengiyê re´ ya ku ji aliyê yekîtiya ragihandina azad a Kantona Cizîrê ji 3 Nîsana 2016 ve li ser sînorê çêkirî di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye destpêkirin em silav dikin û em dengê xwe tevlî dengê li dijî bêdengiyê dikin.
ANHA/KOBANÊ