RUBA EL-ELÎ / ANHA / REQA
Tabloyên Cela El-Hemzawî serpêhatiyên jinên Reqayê yên di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de û binpêkirinên mafan ên bi destê wan vedibêje.
Çeteyên DAIŞ`ê di dema dagirkeriyê de nedihişt ku hunermend karê xwe di bajêr de bikin û wan bi taybetî jiyana jinan perçiqandibû. Hunermend û nivîskar Cela El-Hemzawî jî yek wan kesan e ku rastî zilma DAIŞ’ê ya giran hatiye.
Cela El-Hemzawî (38) di beşa çand û huner de dixebitî û gelek dîwanên wê hene. Cela şêwekariya wêneyan dike û her wiha xebata siyasî jî dike, û ew endamek e di Buroya Têkiliyên Partiya Paşerojê ya Sûriyê de.
Cela El-Hemzawî wekî gelek jinên Reqayê zehmetî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dîtin, ji bo wê, Cela neçar ma ku dev ji karê xwe yê pîşeyî berde. Bi rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD`ê ve Cela careke din vegeriya pîşeya xwe û di tabloyên xwe de binpêkirinên çeteyan vedibêje. Cela li ser mijarê dibêje, “Wek jinên Reqayê, me gelek zehmetî kişandin, çeteyan nehişt em normal bijîn, gelek cûreyên şidetê li ser me ceribandin û gelek jin revandin û kuştin.”
Cela bi bîr xist ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê û vejandina çandê di Meclisa Sivîl a Reqayê de, wan dest bi bikaranîna pîşeya xwe kir û beşdarî atolyeya wêneyan bûye ku Buroya Jinan di partiya wê de li dar xistibû.