Bi riya Radyoya Dunya ya ku li Edeneyê weşana xwe dike, dengbêj bi bernameya “Şevbihurka Dengbêjên Dengê Bê Sînor” dixwazin çanda dengbêjiyê bidin jiyîn. Pêşkêşvanê bernameyê û berpirsê Mala Dengbêjan a girêdayî MKM’a Edeneyê Zulkuf Tezkorkmaz, diyar kir ku ji sala 2009’an heta niha ew di Radyoya Dunya de bernameya dengbêjiyê çêdikin, bi hevkariya MKM’ê û radyoyê ew her hefte roja Çarşemê ji Kurdistan, Tirkiye û Ewrûpayê dengbêjan vedixwînin bernameya xwe.
EDENE