
'Piştî gund vala kirin çanda dengbêjiyê têk çû'
Akinlar, destnîşan kir ku berê li gundan çanda dengbêjiyê peş ketibû û wiha axivî: "Li herêma me ji zilaman bêtir jin dengbêjiyê dikin. Li gundê me zilam û jinan govend ji hev cuda digerandin. Dema hine dikirin li dora bûkê kom dibûn dengbêjî dikirin. Piştî ku gundê me vala bûn û em hatin bajar êdî ev çanda dengbejiye jî belav bû.
'Em dê çanda xwe zindî bikin'
Dengbêjê bi navê Basrî Demîr, jî anî ziman ku armanca wan çand û hunera dengbêjê disa wekî berê zindî bikin û bi rêxistin bikin. Demîr, da zanîn ku ew dixwazin vê çandê bi awayekî rêxistin û pêşketî dîsa bi civakê re parve bikin û wiha axivî: "Ji mala me re dibêjin mala Egid. Ez ji bavê xwe fêrî dengbêjiyê bûm. Ji bavê min re dibêjin Egîdê Mîrza Mehemed. Lê piştî dewletê gundê me vala kirin û em koçî bajaran bûn çanda dengbêjiyê têk çû. Em dixwazin vê çanda xwe dîsa di bin baneyê Navenda Çanda Feqiyê Teyran de pêş bixin. Berê gelek hunermend dihatin gund û me kaset ji wan re tije dikir. Rojekê min 5 kaset tije kirin. Mixabin tenê mirov ji bo pereyan çandê pêş dixin. Lê divê ji bo perçeyekî jiyanê çand bê parastin."
‘Bi zanebûn çanda me perçe dikin'
Denbêjê bi navê Derwêşê Marufî (Derviş Korkut) ji anî ziman ku li dijî çand û kevneşopiya wan şer û polîtîkayên taybet tên meşandin û bi zanebûn çanda wan a dengbêjiyê rastî polîtîkayên tunekirin û bişaftinê tên. Korkut, destnîşan kir ku niha bi rêzefîlm û bernameyên televîzyonê li dijî çand û kevneşopiya wan şerekî mezin tê meşandin û ew dixwazin li hemberî vî şerî çanda xwe ya dengbêjiyê biparêzin û bi rêxistin bikin. Dengbêjê bi navê Îsmailê Colemêrgî jî anî ziman ku dive denbejiyê li dijî polîtîkayên taybet bê parstin û wiha axivi: "Em dibin baneyê Navenda Çanda Feqiyê Teyran de xebatên xwe yên dengbêjiyê dimeşînin.
COLEMÊRG