Feleknazê destnîşan kir ku dewletê dixwest li gel dîroka Sûrê çanda kurdewarî ji holê rake û wiha peyivî: “Li Sûrê berxwedaneke bêhempa hat nîşandan. Jiyana me jî her tim bi stranan hatiye vegotin. Em jî niha bi klaman dixwazin berxwedana Sûrê vebêjin. Dengbêjî bi tena serê xwe pêşengiya dirokê dike. Her tişt ji holê rabe jî tu hêz û êrîş nikare dengbêjiyê xilas bike. Mala Dengbêjan jî elaqeyeke mezin dibîne û her kesê dengbêjiye meraq dike, tê û li me guhdarî dike. Ev jî pir keyfxweşî û kelecanê dide me. Jixwe, ez ji zarokatiya xwe ve dengbêjiyê dikim. Ez bi dengbêjiyê û klaman jiyanê his dikim. “
ZEYNEP DURGUT / JINHA/AMED