Neslîhan Edîş jineke ciwan e, û li gundê Aşûtê yê ser bi Çelê, stranbêjiyê dike. Ew dibêje, ew dixwaze li ser rêûresma stranbêjên jin ên wekî Eyşe Şan û Meryem Xanê bi stranan jan û serketinên Kurdan îfade bike.

Neslîhan Edîş hîna 18 salî ye; ew li gundê Aşûtê yê ser bi Çelê ya Colemêrgê dimîne. Neslîhanê heta bi beriya niha demeke kurt jî ji malbata xwe veşartî stran gotine. Lê belê li gund herkes wê bi strangotin û dengbêjiya wê nas dike. Neslîhan dixwaze çanda dengbêjiyê dewam bike.

Bi dizî stran digotin

Neslîhan dixwaze weke Eyşe Şanê jan û serketinên Kurdan bi stranan bibêje; lê wê destpêkê bi dizî li stranan guhdarî kiriye û gotine: “Ez ji zarokatiya xwe ve stranan dibêjim. Min gelek ji stranbêjiyê hez dikir. Lê min bêyî ku haya malbata min jê hebe, li stranan guhdarî dikir û ew digotin. Ji ber ku stranbêjî ji bo jinan şerm dihat dîtin. Lê piştî ku haya malbata min ji min çêbû, piştgiriyeke mezin da min. Ez dikarim bidim ser rêya Eyşe Şan û Meryem Xanê. Gelek hûnermendên Kurd ên jin hene. Wan jî wekî me karê malê dikir û her karekî din dikirin. Lê niha pêşengên çand û hûnera Kurd in.”

Neslîhan ji bo têkiliya dayikan û stranan îfade bike jî dibêje, “Dayîkên me derd û kulên xwe ji tu kesî re nedigotin û bi stranan ew dianîne ziman. Ji ber vê jî bi rastî jî stranbêjî tişteke pirr cuda ye.”

 

 JINNEWS/COLEMÊRG