Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Stenbolê şevbihêrk li dar xistin û şev bi kilaman xweş kirin.

Li Stenbolê çanda dengbêjiyê bi şevbihêrkan didome. Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê li Şevîn Performanceê derketin ser dikê û kilam gotin. Gelek nivîskar, helbestkar û dengbêjhez beşdarî şahiya dengbêjan bûn. Şevbihêrk bi moderatoriya helbestkar Keremo pêk hat. Keremo got, heger ne ji dengbêjên mîna Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro, Huseynê Mûşê, Seyadê Şamê, Salihê Beynatê û yê mîna wan bûya, îro ti kesî bi çîrokên lehengî û hemû qewimandinên hatine serê Kurdan dê nezaniya. Keremo got, ew minetdarê mîraseya dengbêjan e û heger dengbêjî nebaya, îro belkî kesî bi destanên mîna Edûlê û Derwêş û bi dehan destan û çîrokên din nezaniya.

Piştî axaftinê, Dengbêj Mihemedê Serhedê û Mihemedê Şemê bi dorê kilam gotin û pişt re avêtin ber hev û li ber kilaman şev ji hev xweştir xemilandin.

STENBOL