Atolyeya Huner a Akdenîza Mêrsînê bi bernameyekê derfet da dengbêjan da ku kilaman bibêjin. Atolye bi feraseta hunerê alternatîf xebatên xwe yên çandê dimeşîne. Ji bo dewama çanda dengbêjiyê, atolyeyê şahiyek li dar xist. Şahî, li Komeleya Çandê û Piştevaniyê ya Colemêrgiyan a li navçeyê hat lidarxistin. Gelek dengbêj beşdarî şahiyê bûn. Elaqeyeke zêde ji bo bernameyê hat nîşandan. Dengbêjan xwest bêhtir li dengbêjiyê xwedî bê derketin.
MA/MÊRSÎN