
Navê wî Weys kurê Ehmedî kurê Cemîlê Kanebî yê Herkî ye. Ew di sala 1889'an de li zozanê Çarçelê ji dayîk dibe. Karê babê wî şivantiya terş û kewalan bû û wan jiyana xwe di navbera deştên rojhelata Mûsilê û zozanan de derbas dikir. Kawîs Axa di nav rewşeka weha de mîna babê xwe ket ber şivantiyê û di ber şivantiyê re hunera wî ya dengbêjiyê serî hilda. Ew hêj dehsalî bû dema babê wî mirî. Piştî wê dayîka wî Leyla pê re ji gundê Şêxanê ber bi herkiyên Soranê, bo cem meta Kawîs Axayî bar kir. Dayîka wî jî dimire û wî di genciyê de bi tenê dihêle.
Dest bi dengbêjiyê dike
Ew piştî mirina dayîkê bû şivanê pezê Ehmed Xanê Herkî. Mirina babê, dayikê û heziqîna wî ya dijwar di demê axaftinê de wî pir diêşîne û pal dide dengbêjiyê. Kawîs Axa di sala 1915' an de dev ji şivantiyê berdide û dest bi dengbêjiyê dike û li Rewandizê, li cem Hecî Newrozê Bawêl Axayî (Hacî Newroz Efendî), yê ku pir hez ji dengê wî kirî, cihwar dibe. Kawîs dibe mîna dengbêjê dîwanxaneya Nûrî Bawîl Axayê Rewandizê yê ku hez ji dengê Kawîsî kirî û pê re bûye dost. Piştî dagirkirina Rewandizê di sala 1916' an de ji aliyê leşkerê rûsî ve û şewitandina Rewandizê ji aliyê wan ve, piraniya xelkê wan deveran û malbata Newroz Bawîl Axayî jî pê re, warê xwe bi cih dihêlin û mişextî Şeqlewayê dibin. Kawîs jî bi malbata Newrozî re diçe Şeqlewayê.
Dide xelkê deverê yê hejar
Hecî Newroz Efendî bi fermana Osmaniyan dibe birêveberê nahiyeya Şeqlewayê û ew Kawîsî dike berpirsiyarê embara qût, xwarin û erzaqê ku ji xelkê deverê ji bo leşkerî dihatin vecemandin. Lê Kawîs Axa bi serê xwe û bê haya cendirmeyan ji wî qût û erzaqî dide xelkê deverê yê hejar. Kawîs Axa di wê demê de dibe dostekî nêzîk yê Silêman Bayiz Begê Şeqlewayî. Ew li wê derê Amînayê keça Mehmûd Şerîfî dixwaze. Ji wê jina wî çar zarokên wan çêdibin: Ehmed, Mihemed, Ebdilla û Cemîl. Ew piştî devberdanê ji karê mîrî û derketina Rûsan ji Rewandizê di sala 1918' an de, li gel ku xelkê deverê dizivirine Rewandizê, venagere Rewandizê û li Şeqlewayê dimîne. Ew paşî xwe ji Şeqlewayê vediguhêze Hewlêrê û ji bo debara jiyana xwe bi dengbêjiyê lê cihwar dibe.
Ji bo tomarkirina stranan diçe Bexdayê
Ew li Hewlêrê bi stranbêjiyê ve mijûl dibe û ne bes li dîwanxaneyên axa û began, lê her weha li cihîne mîna Çayxaneya Elî Fileyhî lawik û heyranan dibêje. Ew di sala 1930' î de diçe Bexdayê ji bo tomarkirina stranên xwe li ser qewaneyan (plak), lê cara yekê û ji ber tirtirî û heziqîna wî di demê axaftinê de, di proveyan de sernakeve. Tomargeha Bîzafonê di cara duduyan de û bi gotina strana Genc Xelîlî dengê wî têxe ser qewaneyê. Piştî wê çend qewaneyek bi dengê wî ji aliyê tomargehên Bîzafon, Nayif û Neîmî li Bexdayê hatin tomar kirin.
Di nav xelkê de belav bûn
Kawîs li Bakûr, Başûr û rojhelata Kurdistanê geriyaye û stran gotine. Ew çend caran çûye cem Şêx Mehmûdê Hefîdî û Smayîl Axayê Şikak û ji bo wan stran gotine. Stranên wî berî ku bên tomar kirin ketin ser zarê xelkê û di nav xelkê de belav bûn. Ew di Sibata sala 1936' an de bi seredan diçe cem xizmên xwe li devera Pîrmamê û li gundê Herşemê nexweş dikeve û li wê derê dimire. Ew her li gundê Herşemê di rojeke pir baran de têt veşartin. Jina Kawîs Axayî di sala 1982' an de mir û kurên wî nemane, lê neviyên wî dijîn. Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê Felekeddîn Kakaeyî di 22'ê meha 11'ê 1999'an de li Şeqlaweyê perde ji ser peykerê Kawîs Axayî rakir.
Nedizanî bixwîne û binivîsîne
Kawîs Axayî gelek stran gotine û wî nedizanî bixwîne û binivîse, lê stranên xwe ji ber dikirin. Her wî bi xwe selîqe û awazên stranên xwe çêkirine. Ew ji dengbêjên herî navdar yên Kurdistanê ye ku stranine wî mîna yên li ser serhildanên Şêx Mehmûdî, belgeyên dîrokî ne li ser rewşa Kurdan ya wê demê. Navê stranbêjî "Kawîs" ji "Kake Weys" çêbûye û paşnavê axa jî tomargeha qewaneyan pê ve kiriye û ew di qewaneyan de wek Kawîs Axa daye nasandin. Hinek ji stranên wî: Genc Xelîl, Melîko, Şêx Mehmûd, Îsmaîl Xan, De Xalo, Lo lo peyayo, Çemê Çetelê, Delal, Bêrîvanê, Mêvano, Segvano, Dotmam, Evdilkerîm, Narê hey nar, Zalimê, Mamir û hwd nin.
Çavkanî:
– Bakûrî, beşê yekê, Goranîbêje nemirekan, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
– Serbaz Xoşnaw, http://www.shaqlawapost.com/forums/showthread.php?t=2006
– Wêneyê Kawîs Axayî ji albuma stranên Kawîs Axayî ya ku Kom Muzîkê di 1999-an de derxistî hatiye wergirtin.
SIDQÎ HIRORÎ