Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak û malbatên zarokên di beşa muzîkê de ên temenê wan di navbera koma 2,5-5,5 de, beşdarî dîwanê bûn.  Zarokên ku bi cilên xwe yên neteweyî li dîwanê cihê xwe girtin, stranên bi Kurdî yên  gotin; zarok di nava salê de li konservatuwarê fêrî van stranan bûbûn.

Hevşaredarê Amedê Anli jî di bernameyê de  got, "Malbatên li vir xwedî li ziman, çanda xwe derdikevin û ji bo ku zarok hînî çand û zimanê xwe bibin vê xebatê dikin, ez malavahiya wan dikim. Zarok dê li mal, tax, bajar û gundên xwe bi çand û zimanê xwe mezin bibin."


Encama xebata 7 mehan 

Midûrê Konservatuwarê Şêrko Kanîvar jî der barê xebatê de agahî da û diyar kir ku ji mijdara 2015'an heta niha 92 zarok hem di warê pratîkê de hem jî di warê hêmayên muzîkê de perwerde bûne û Dîwana Dengbêjen Zarok encama xebata 7 mehan e. 


 AMED