Enstîtuya Kurd a Almanya û Akademîsyenên Kurd di demekî dirêje bi hevre şeva xwendinê lidar dixin. Şeva xwendinê ku li bajarê Wanna Eîckel Cafe Klatseh’ê de di dîroka Kurdan de mijara edebiyata dengbêjî  hat niqaşkirin. Moderatora wî ku Avesra Aydın dike axaftina vekirinê jî Serokê Enstutiya Kurd Fevzî Ozmen vekir û got, armanç serzêdekirina Edebiyata Kurdî ye. Ozmen li ser mijara giringiya xwendina şevê a dîroka Edebiyata Cîhanê  axivî û got, “armanca me vêna  di nav Kurdan de pêşbixin û nivîskar  û xwendevan bînin cem hev û platforme kî niqaş bidin çêkirin.


Banga xwedîderketinê  
Di xwendina şevê de Dr. Loqman Guldîve da dîyarkirin ku, bi amadekariyê teza doktora a “Wêjeya Devkî ku (gelê li  Botan Colemerg’ê de dijîn) di pirtûkê xwede daye dîyarkirin û dîroka Edebiyata dengbêjî  vegot. Guldîve got ku, Edebîyata dengbêjî  di nav çanda Kurdan de cîhê girîng digire.
Dr. Loqman Guldîve, di der barê pêşkêşkirina Edebiyata dengbêjî de behsa dîroka edebiyata dengbêjî de ji Afrîka û Ewrupa mînakan dan.
Niviskar ku dibêje edebiyeta  Berya edebiyata niviskî  edebiyeta dengbêjî hebu û got, “xwedî bingeh û cîddî ye. Temelê edebiyeta niviskî jî didê avakirin.” Dr. Loqman Guldîve edebiyeta dengbêjî  a Kurdê  herema Botan û Colemerg jî nirxand û berdewama axaftina xwede, “ Kurd, wekî bi rêka gel edebiyeta dengbêjî  çandê xwe anî van rojan.  Di heremê da Payîzok, Biharok, Xizêmo, Heyran, Lawîj, Şînî, hayîn, Narînk,Serêlî wekî rê û rêbaz tê binavkirin, çanda Kurd jîyana dîrokî û civakî dike mijar, heya roja me anîne. Yêku anîne roja me jî yê girîng bê guman jinin.”
Guldîve di pêşkêşkirinê xwe de helbest û dengbêjî a herema Botan û Colemerg jî da gohdarkirin û bang kir ku, pêwîste herkes xwedî li vê çanda ku ji tunebunê re ru bi ru maye derkevin.
D şahiyê de rojbuna Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan jî hat pîrozkirin. Şahiyê ku paste hat jêkirin de Ahmet Aktaş axivî da dîyarkirin ku, rojbuna Ocalan Rojbuna gelekî ye û wiha berdewam kir, “bi Abdulla Ocalan re gelekî hatiye jiyanê. Ji bo wiye ku bi sed hezaran diçin Amara’yê. Îro tenê ne rojbuna kesekî ye, heman demê rojbuna gelekîye.”
Piştî axaftinan Koma Amargî stranan got. hunermend Mehmet Akbaş jî ku wekî mêvan amade bu bi stranên xwe tevlî bu.

BOCHUM