Seyîdxan Boyaxcî di nav nivîna nexweşan de: Min bi şev û rojan li civat, dîwanan û şevbihêrkan kilam digotin. Qet aciz nedibûm, berevajî vê ez kêfxweş dibûm. Dengbêjî eşq e. Ya min li ser pêyan digirt, dengbêjî bû. Gelek bûyerên li Amedê qewimîn, insanan dihat ji kilamên me ew dibihîstin.
LEZGÎN AKDENÎZ / MA/AMED
Dengbêj Seyîdxanê Boyaxcî ku bi dîmenê Amedê yên van salên dawiyê re bûbû yek, ji ber nexweşiyeke giran, niha weke berê ne darî çav e, lê ew dîsa jî dibêje, “Dengbêjî eşq e.”
Dengbêjek dengxweş ê Amedê bi gotina xelkê “Xalê Seyîdxanê Boyaxcî” yê ji biçûkatiya xwe ve li Amedê dengbêjiyê dike û ku bi navê xwe yê din Seydo Şîmşek tê nasîn, nexweş e. Beriya çendekê celtê lê xist, felc bû. Seyîdxanê Boyaxcî sala 1933’yan li gundê Lexerî yê ser bi navçeya Amedî Erxeniyê tê dinê. Seyîdxan hêj 2 salî ye dayika wî û 4 salî ye jî bavê wî rehmet dike. ji ber wê jî apê wî wî mezin dike. Zarokatiya wî bi şivaniyê derbas dibe. Seyîdxanê Boyaxcî di 15 saliya xwe de li navenda Amedê bi cih dibe û li navçeya Sûrê dest bi boyaxkirina pêlavan dike. Boyaxcî 25 salan vî karî dike. Demekê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wek karkerê paqijiyê dixebite û piştî mesaiyên wî diqedin, diçe li Deriyê Çiyê karê boyaxcîtiyê dike.
Celtê lê da
Seyîdxan ewqas karên zor û şertên dijwar li pey xwe hiştin û bû dengbêjekî dîwanê, êdî rojane dengbêjî kir. Li Mala Dengbêjan a li Sûrê her roj kilam digotin û bûbû xemla kilaman li vî mekanî. Piştî gelek salan ku Seyîdxanê Boyaxcî dengbêjî kir, siheta wî nebaş bû, çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê hîn bû ku her devera laşê wî nêm girtiye, bi enfeksiyonê ketiye. Piştî dermankirineke giran, rewşa wî girantir bû û celtê lê da, felc bû. Seyîdxanê Boyaxcî niha li malê ye û bi guhdarîkirina li kilaman û bi kilambêjiyê dema xwe derbas dike.
Kesekî din wê îdare nekira
Seyîdxanê Boyaxcî balê dibe ser tengezariya jiyana xwe ya ciwaniyê û wiha behsa wan rojên xwe dike: “Bi salan min ava sûsê firot. Min bi salan selik da ser pişta xwe û hemalî kir. Ez wek emele gelekî xebitîm û min karê paqijiyê kir. Lê min pirr ji Diyarbekirê hez dikir. Ez pirr xebitîm. Hinek pereyên min çêbûn. Ez rabûm zewicîm. Piştî ez zewicîm, 7 zarokên min mirin. Her zaroka min a çêdibû ji nexweşînê dimir. Li pey hev 7 zarok mirin. Kesek din bûya herhal wê îdare nekira.”
Bi şev û rojan kilam gotin
Seyîdxanê Boyaxcî dide zanîn ku wî di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û dibêje: “Ji min re gotin tiştên te dîtiye binivîsîne, lê min nikaribû binivîsanda. Tenê min xwest bibêjim. Min bi şev û rojan li civat, dîwanan û şevbihêrkan kilam digotin. Qet aciz nedibûm, berevajî vê ez kêfxweş dibûm. Dengbêjî eşq e. Ya min li ser pêyan digirt, dengbêjî bû. Gelek bûyerên li Amedê qewimîn, insanan dihat ji kilamên me ew dibihîstin. Min dibihîst û digot. Her tim dixwestin ez bibêjim.”
Nexweş e lê ji kilaman qut nabe
Seyîdxanê Boyaxcî, yan jî Xalê Seyîdxanê Boyaxcî yê Amedê, qala tiştên hatine serê wî dike û carinan bi yek carekê disekine û di navberê de carinan kilaman dibêje. Dema ew ji kameraya me re diaxivî diyar bû ku car caran tişt ji bîra wî diçin û tişta dixwaze bibêje nayê bîra wî. Seyîdxanê Boyaxcî hevpeyvîna me bi kilaman qedand û nîşan da ku dengbêjî eşq e, naqede.