
We çawa dest bi kar û xebatên dengbêjiyê kir?
Di demên berê de dengbêjên navdar ên weke Mihemed Arifê Cizîrî, Eyşe Şan, Mihemedê Mitrib û Hesoyê Mitrib hebûn. Wê demê wan dengbêjan li ser şer, pevçûn, jiyan, êş û evîndariya welat digotin. Her wiha ew dem, demên beg û axayan bû, şerê beg û axayan pêk dihatin, dengbêjên wê demê jî stranên xwe li ser wan şer û pevçûnan digotin. Hîn dema em li gund bûn, dengbêjên jin ên wek Guloya Simo û Emîneya Simo dengbêjên bi nav û deng bûn. Pir dihatin naskirin. Dikarîbûn bi demjimêran stran gotibana. Stran û kilamên wan hîn bêhtir li ser êş û kederê ango zehmetiyên ku hatibûn jiyîn bûn. Dema çûyina karekî weke çilo, mazî û berûyan ji me re stran û kilam digotin. Ez ji dayika xwe û jinên dengbêj ên gundê me fêrî dengbêjiyê bûm. Di heman demê de fêrbûna min a dengbêjiyê, dema di şahiyekê de dayik, bav, xal, an ji cîranên me li hev kom dibûn û stran digotin me guhdarî dikirin û em wer fêr bûn.
Hûn weke jineke dengbêj dengbêjiyê çawa pênase dikin?
Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kirine. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de ew awaz dîroka Kurdan a ne nivîskî jî di nav xwe de girtiye. Dengbêjên Kurd ên nemir, çanda Kurdan bi awazên xwe yên xweş û hestyar heya roja me ya îro anîne. Hemû gel bi çanda xwe heye û bi çanda xwe dikare xwe îfade bike. Gelek bêçand nayê fikirandin. Tu gel bêçand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê bi awayekî zelal raxistiye ber çavan.
Herî zêde hûn ji kîjan dengbêjan bi bandor bûne?
Di demên bihurî de dema em li gund bûn herî zêde ez ji dengbêjên jin ên gundê me, bi bandor bûm. Wekî din dengê Eyşe Şan û Mihemed Arifê Cizîrî jî bandor li min kirine.
Dema hûn kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin hûn çi hîs dikin?
Dema ku em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin, em bi hestên jin û dayikekê; bi kul û kedera ku hatiye jiyîn dibêjin. Lewma dema ez kilam û stranên dengbêjiyê dibêjim, ez gelekî hestyar dibim, dengbêji rastiya çanda Kurd radixe ber çavan. Gelê Kurd bi çanda xwe ya dengbêjiyê hunera xwe bi awayekî zelal raxistiye ber çavan.
Asta muzîka Kurdî li gorî demên borî gelekî ketiye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine; lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku xweşibandin çêbûye. Çanda bav û kalên xwe winda kirine, çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda hîp pop, erebesk û hwd.
Weke jineke dengbêj peyama we çi ye?
Ez di destpêkê de ji bo hemû mirovên ku bi karên hunerê re mijûl dibin re dibêjim ku hunera xwe bi çand, ziman û hunera xwe, bidin meşandin. Di cîhanê de tu civak ji civaka me ya Kurd ne dewlemendtir e. Pêwîst e, em vê dewlemendiya xwe biparêzin û hîn zêdetir dewlemend bikin. Ez ji bo hemû gelê Kurd aştî, azadî û biratiyê dixwazim. Hêviya min ev e ku em bibin yek û bi vê yekbûnê em azad bibin.
OMER ÎKE-DÎHA/MEXMÛR