” Gerîla Nûman Mûş ji ANF’ê re girîngiya çanda dengbêjiyê nirxand. Mûş da zanîn ku ji ber dîroka gelê xwe bi hezaran salan bi vê çandê re nasiye, ew qîmeteke giranbiha didin çanda dengbêjiyê. Mûş got; “ev çanda dengbêjî çanda di nava herikîna dîrokê de nifş bi nifş hatî dewirkirin û roja îro jî berdewam dike ye.”


‘8 salî fêrî dengbjêjiyê bûm’

Nûman Mûş diyar kir ku, di malbata wan de gelek kes stranên dengbêji distirin û li ser gotina stranên dengbêjiyê wiha dirêjî da axaftina xwe; “Ez di 8 saliya xwe de bûm. Di mala me de televîzyon nîn bû.Tenê teyîbekî mezin di malê de hebû. Me tevahî malbatê li ser wê teyîbê mezin guh dida stranên dengbêji.Gelek caran malbata min li hev diciviyan û ji hev re stranên dengbêjî digotin.”

‘Li xerîbiyê çand wenda dibe’

Mûş wiha got; “Herêma me serhed e. Ji ber ku bi xwedîkirina ajalan re eleqeder dibin û her wiha ji çanda xwe dûr neketine, çanda dengbêjî, jikûr de dijîn.” Gerîla Mûş ji bo debara malê bike diçe metrepolên Tirkan. Mûş, çûna xwe ya metrepolan bi van gotinan anî ziman; “piştî ez çûm metrepolan, tiştê yekem min ji bîrve kir stranên pêşiyan ango dengbêjî bû. Ji vê bîrvekirinê û şûnde min hemû rastiyên xwe yên kurdîniyê ji bîrvekirin.”  Mûş, piştî wan legêrînan di sala 2012 an de berê xwe dide çiyayê Kurdistanê. Ew çûna xwe ya çiyan, weke pêkanîna xewnên xwe yê zaroktî digire dest û di nava demekî kin de fêrî jiyana gerîla dibe.

‘ji bo şehîdan sitran‘

Gerîla Nûman Mûş, li çiyayên Kurdistanê vegera li cewherê xwe, bi nivîsandina stranên dengbêjî li ser rêhevalên xweyî Şehîd re destpê dike. Mûş di vê mijarî de wiha dibêje: “li gel me çar heval şehîd ketin. Cara yekem min şahidiya rastiya şer û şehadetê dikir. Ev bûyer di aliyê hestiyarî de gelekî li ser min bandora xwe kir. Li ser wê min ji xwe re got; ‘ezê li ser van hevalan stranên dengbêji binivisînim,’ ji bo ku ev rastî ti caran neyên ji bîrkirin. ”

‘Xwedî li çandê derkevin’

Mûş dest nîşan kir ku ewê nivîsandina stranên dengbêjî ye bidomîne û herî dawî li ser Nûman AMED ku di 31’î Kanûn a sala 2011’an de li Amedê jiyana xwe ji dest da de  stranekî denbêjî nivîsandiye. Mûş di axaftinên xwe de cih da van hevokan; “Her kes dikare stranên ji rêzê bêjê lê her kes nikare  stranên dengbêji û kilamên dengbêjiyê bibêjê. Mûş herî dawî bang li ciwanên Kurd kir ku xwedî li vê çandê derkevin.

ANF/BEHDÎNAN