
Di çand û hunera gelê Kurd de roleke girîng a dengbêjên herêma Serhed û Botanê jî heye. Li herêmê Serhedê li bajarê Îdirê em bûn mêvanên yek ji dengbêjên bi nav û deng yên herêmê, Apê Bekir Akkus. Dengbêj Bekir Akkus ango bi navê xwe yê dîtir Dengbêj Apê Bekir (72) ji zarotiya xwe ve dest bi dengbêjiyê kiriye û heta roja me ya îro serpêhatî, bûyer û êşa gel bi awazên xwe yên xweş distire.
Bi saya dengbêjekî din dest pê kir
Apê Bekir Akkus wiha ji me re qala jiyana xwe ya dengbêjiyê kir: “Di zarokatiya xwe de min dest bi karê dengbêjiyê kir. Li gund ez çûm li ba bazirganekî bi navê Yusuf û ji wî hinek tiştên lazim min girtin, apê Yusuf jî dengbêj bû. Jixwe gava ez zar bûm miletên derûdorê hej dengê min dikir. Min ji apê Yusuf re got, apê Yusuf ez dixwazim ji bo te kilamekê bibêjim lê wî ji min re got, lawê min biçe xewa min tê. Min bi israr got, Apê Yusuf ez ê kilamekê bêjim. Dema min kilam got, Apê Yusuf dengê min gelek eciband û got divê tu dest jê bernedî û xwe di dengbêjiyê de xurt bikî. Min ji wê demê û vir de dest bi dengbêjiyê kir.”
Çand zindî dima
Apê Bekir da zanîn ku li gel kilamên dengbêjên vê demê wî bi piranî bi kilamên xwe strandiye û got: “Dema ez zarok bûm min dengbêjê bi navê Reşîdê Ehmed û Neviyê dengbêj ji bo xwe mînak digirtin. Piraniya stranên dengbêjiyê min bi xwe vehûnandine û gelek jî ji Reşîdê Ehmed hîn bûme. Li gund her danê êvarê gundî di kuçka dengbêjan de dihatin ba hevdû û çîrok û destanên Kurdan bi rêya dengbêjiyê vedigotin. Çanda salên gundan gelek ji ya niha xweştir û bi watedar bû. Dengbêjan bi kilamên xwe yên xweş, çanda Kurdan her dem zindî li ser piyan digirt.”
Bi tinebûnê re rûbirû ye
Li ser girîngiya denbêjiyê Akkus îşaret pê kir ku dengbêjî ruhê çandê ye û wiha pê de çû: “Eger civak heya roja îro karîbe çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin ev bêguman bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye. Rast e, îro teknolojî bi pêş ketiye û mixabin dengbêjiya kevin hêdî, hêdî bandora xwe ji dest dide. Wekî din, nifşê nû li gorî nifşê kevin pir zêde eleqe nîşanî çanda dengbêjiyê nade, ev jî dibe sedem ku ev çanda me ya bi hezaran sal bi nemanê re rû bi rû bimîne.”
Dengbêjî neynika Kurdan e
Akkus di asta hunera Kurdî de rola dengbêjiyê nirxand û da zanîn ku dengbêjî neynika çand û hunera Kurdî ye û got: “Dema em kilam û stranên dengbêjiyê dibêjin, gelekî hestiyar dibin. Hemû gel bi çandên xwe hene. Bi çanda xwe dikarin, xwe îfade bikin. Mirov nikare civakeke bê çand tesewir bike. Ti gel bê çand jî nabe. Gelê Kurd jî çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Mirov dikare her tiştî di nava dengbêjiyê de bibîne. Di dengbêjiyê de evînî, lehengî, serhildan, xweşikbûna xweza û welat heye. Di her mirovekî Kurd de ruhê dengbêjiyê heye.”
‘Xwedî li çanda xwe derkevin’
Li ser kêm aleqaya ji bo dengbêjiyê Akkus anî ziman ku pêwîst e xwedî li vê çandê bê derketin û got: “Li gorî demên bihurî ast û kalîteya muzîka Kurdî gelekî kêm bûye, ji ber ku di demên borî de mirovan êş, jiyan û destan bi dengbêjiyê îfade kirine. Lê belê em niha temaşeyî civaka xwe dikin, em dibînin ku texlîtkirin û bi zarê xelkê kirin heye. Çanda bav û kalên xwe ji dest dane. Çanda ji derve xistine nav çanda xwe. Ev dihêle ku çanda me bê kuştin. Bi taybet di van deman de ciwanên me xwe winda kirine û dest avêtine çanda biyanî. Ji bo ku çanda Kurdan a kevnar winda nebe divê her Kurdek xwedî li çanda xwe derkeve û ji bo dengbêjî li ser lingan bimîne bixebite.”
OMER ÎKE/ANF/ÎDÎR