Li Mûşê welatiyê bi navê Metîn Demîr ê 56 salî ev 39 sal in kasetan difiroşe. Demîr heta niha bi gelek dengbêjên li herêma Serhedê re axiviye, kasêtên wan çêkirine. demîr dibêje, di dema darbeya eskerî ya 12’ê îlonê de hezar û 150 kasetên wî hatine şewitandin, tevî vê jî wî dev bernedaye ji çanda dengbêjiyê û armanca wî ya yekane ew e ku vê çandê veguhêze siberojê.
Demîr dide zanîn ku sala 1976’an bi awayeke profesyonel wî dikana kasetan vekiriye û bi dengbêjiyê re eleqedar bûye û armanca wî têkoşîna ji bo ziman û çanda kurdan e. Demîr dibîje, ew çûye her devera herêma Serhedê û bi gelek dengbêjên li herêmê re xebitiye, kasetên wan çêkirine û weha dirêjî da axaftina xwe: “Min gelek zehmet jî kişandin. Kurdî qedexe bû wê demê. Mirovan nedikarî li malên xwe jî li kasetan guhdarî bikin. Hinan ji wan jî kaset dibirin û li malê bi dizî guhdariya wan dikir. Piştre jî di bin erdê de vedişartin. Qedexeyên ewqas giran hebûn.”
Demîr dibêje, gelek caran xizmên wî jê re gotine “ma hûn dîn in, dewlet bûye dijminê we dev ji vî karî berdin” û wiha peyivî: “Qedexekirina çand û zimanê Kurdî li zora me diçû. Min jî dixwest vê çandê veguhezînim siberojê. Yekane armanca min jiyandina vê çandê bû.” Demîr îşaret bi çanda dengbêjiyê di dîroka Kurdan de dike û dibêje, wî jî bi vê zanebûnê her tim ji dêngbêjan re kaset çêkirine û di nava demê de jî bûye xwedî arşîveke mezin.
‘Arşîv hemû hate şewitandin’
Demîr tîne bîra xwe ku di dema darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê de bi ser dikana wî de hatiye girtin, û hezar û 150 kasetên wî hatine desteserkirin. Demîr wiha dewam dike: “Min dengbêj Şakiro kir mêvanê xwe, di 2 şevan de 2 kaset çêkirin. Dengbêj Zahiro bû mêvanê min. Ji bo wî jî min kasetek çêkir. Pir zana bûn. Me sohbet dikir. Bi saetan me li ser dengbêjiyê sohbet kir û hemû qeyd kirin. Di dema 12’ê îlonê de hemû kasetên min hatin desteserkirin. Min bi kesên di têkoşîna Kurdistane de hevdîtin pêk dianîn, hemû şewitandin.”
Demîr bi bîr dixe ku piştî serdegirtinê 9 meh û 10 rojan di Girtîgeha Xerpetê maye û ji ber ku kasetên bi Kurdî firotine 10 dosyayên dozê der barê wî de hatine vekirin lê ligel pêkûtiyan jî wî ev kar domandiye.
Demîr îfade dike ku dengbêjî di dîroka Kurdan de xwedî ciheke girîng e û di dîroka Kurdan de ji dîroka nivîskî zêdetir ya devkî pêşketiye û wiha dewam dike: “Em çîrokên hezar salan jî bi stranan hîn bûn. Mînak geliyê Zîlan heke dengbêjan negotaya li Kurdistanê gelek kes wê agahdar nebûyana. Dengbêjiyê gelek tişt li çanda Kurdî zêdekirine. Dîroka Kurdan bi dengbêjiyê hatiye heta îro. Bi saya dengbêjan em hînî qehremanî, çîrokên evînê em bûn.”
‘Berhemên dengbêjan ji bîr nabin’
Demîr der dibire ku wekî berê dengbêj nînin û lêgerînên bi vî rengî jî kîm in, lê ligel vê yekê jî baweriya wî ew e ku dengbêjî wê tine nebe. Demîr wiha diaxive: “Piştî 400 salan jî ev kaset dê bên firotin. Berhemên wan kevin nabin. Hunermendên niha kasetan derdixin lê piştî salekê tên jibîrkirin. Lê dengbêj ne wisa ne. Îro 40 kasetên Şakiro hene û hemû jî tên firotin. 40 kasetên Zahiro hene ew jî tên firotin. Berhemên dengbêjan kevn nabin û nayên jibîrkirin.”
DÎHA / MUŞ