Celalê Haco dema ku xwe li Tirbesipiyê bi dermanca xwe kuşt, ji bo ku weke qehreman were dîtin kêm sedem hebûn belkî, lê belê afirandina qehremanan dikare wan sedeman vebîne, çêke û li hev bîne. Ji bo vî karî divê muteşebiseke/î ku hêzê yan jî sermayê bi kar bîne hebe; ango divê kesek devê kîsê xwe veke. Diyar e, ji bo Celalê Haco kesekê/î devê kîs vekiriye, û ji bo wî, bi qasî ku ji şîniya (zêmara) profesyonel a hatî nihurandin kifş e, ji mala Faro “dengbêjekî”* xwe daye ber karê afirandina vî qehremanî. Bi vî rengî Celalê Haco ne kesekî xwe kuştî ye (heke hinek bi vê zanibin, hingê jî ne tenê kesekî xwe kuştî ye), ew kesek e ku jinek (keça wî, jina wî yan jî evîndara wî) li ser bi bengînî dinihurîne: Ez ê bi rojê bêjim hoy delal, bi şevê banî dikim, kanî bavê Felekê, dengê kanî Celal; De li şûna ava hêsran ji çavên min bê mirada Xwedê dibarin celal û cobarê xwîna zelal; Wele sala serê vê salê şêwr û mişêwretê ma Haco li binya xeta Surya , li binî pûç û mane betal.
Ev afirandina qehremanan û avakirina rastiyan ji hev ne cihê ne; bi qasî ku ji dîrokê em pê dizanin, kesê ku yekem car bi awayekî bi rêk û pêk, bi propagandayê avakirinên siyasî ji xwe re kiriye kar, Selahedînê Eyûbî ye. Beriya şerê xwe yê li dijî Xaçiyan, wî bi çil katibî, timî nivîs û name didan nivîsandin ku pê behsa pîrozbûna Qudsê ji bo Misilmanan dikir. Tevî ku Quds wê demê ji bo “alema” Misilman di warên aborî, siyasî û dînî de ne cihekî stratejîk yan jî girîng bû, bi carekê herî zêde di encama vê propagandayê (beriya wê Zengiyan jî ev kar dikir û paşxaneke meselê ya dîrokî heye) Quds veguherî cihekî pîroz ku divê were rizgarkirin.
Ev avakirinên siyasî, afirandina qehremanan û avakirinên sembolan di heyama me de bêhtir li kar in. Lê ya ez li vir dixwazim balê bikişînim ser ew e, ka ev avakirinên siyasî yên ku dewra “dengbêja” jî di wan de hebû, îro çawa tên kirin? Dema ku mirov berê xwe didiyê, ya ku dibîne ew e ku hilberîna di warê hunera muzîkê de û mekanên nû yên danîşan û pêşandana vê hunerê û propagandaya siyasî bi vê rolê radibin.
Êdî ji “dengbêjan” û repertuwarên wan bêhtir, televizyon, mekanên nû yên performansan (malên dengbêjan, dîwanên dengbêjan û wd), saziyên sereke yên medyayê û medyaya civakî bêhtir bi kêr tên ji bo minaqeşeyê û performansên avakirinên siyasî. Ev avakirinên siyasî dikarin ji xêra civakekê re, yan jî ki xêra klîkekê re bin, lewma pêkhatina wê û encamên wê girêdayî texeyulên siyasî û civakî yên “muteşebisên” siyasî-civakî ye ku li jor me behsa wan kir. Muteşebisê ku di vî warî de herî zêde xwedî derfet û van derfetên xwe seferber dike, bêguman dewlet e. Li dijî dewletên bihêzkirina alternatîfan yan jî dijbereyan li vê meydanê rê vedike li qayişkêşana sereke ya siyasî û civakî ya aktorên cihê yên siyasî. Li Kurdistanê, Tevgera Rizgariya Kurdistanê hewl dide mekan û meydanan biafirîne ji bo avakirinên siyasî yên me behsa wan kir. Dengbêj li ku dera vê meseleyê ne? Hem dengbêj û hem jî aktorên din ên hunera muzîkê repertuwarên nû yên nihurandina li ser qehremanên nû ava dikin, ji niha ve arşîveke mezin a van repertuwaran peyde bûye. Lê mekan û derfetên ji rê û resmê êdî nemane; mekan û derfetên çêkirî (dîwanên dengbêjan, bernameyên televizyonan), mekanên kêmmayî yên nostaljiya elîtan (kirêkirina “dengbêjan” ji bo şevbiwêrkên taybet) şûna mekanên ji rêûresmê girtiye. Bi her halî jixwe ew dewra avakirinên siyasî yan jî afirandina qehremanan êdî ne (hema hema) monopoleke wan e: li vê meydanê êdî gelek aktor hespên xwe dibezînin.
* Sedema ku min bi vî rengî “dengbêj” nivîsî ew e ez îşaret pê bikim ku li Kurdistanê, stranbêj, şair, şerbêj, mitirb, aşiq, gewende û gelek aktorên din ên hilgirê repertuwarên cihê hene (hebûn), lê halê hazir navê ku hema hema ji bo van aktoran hemûyan tê bikaranîn bûye dengbêj.