Dengbêjî ku di nav çand û dîroka Kurdan de bi salan xwedî cihekî girîng e di heman demê de sedema jiyana çand, huner û dîroka gelê Kurd e. Çanda dengbêjiyê ku li bajarên Kurdistanê hêj didome, nifş bi nifş zêdehî di bin banê Malên Dengêjan û Navendên Çand û Hunerê li ser piyan disekine. Dengbêjî ku teşeyê dide deng û jiyanê rengîntir dike, hem çîrokên Kurdistanî di nav xwe de dihewîne û hem jî têkoşîna azadiya gelê Kurd niha neqş dike. 

Dengbêj Ehmedê Xî jî bi dengbêjiyê ra dibe di bin banê Mala Dengbêjan a Êlihê de. 


Şagirtê Radyoya Êrîvanê 

Ehmedê Xî behsa dîroka denbêjiya xwe kir û got, wî bi Radyoya Êrîvanê ev çand nas kiriye. Ehmedê Xî destnîşan kir ku dengbêjên Radyoya Êrîvanê gelek bandor li wî kirine û dîroka dengbêjiya wî jî di temenê biçûk de dest pê kiriye. Ehmedê Xî got, ji ber hezkirina vê çandê her tim di civata mezinan û li cihê dawet û şahiyan de wî cihê xwe digirt û wiha peyivî: "Bi vê re jî her tim hestiyariyek min bi bûyerên li civakê diqewimî re hebû. Ev bû 20 sal ku ez di nav civakê de dengbêjiyê dikim" 


Tevkujî civatan asteng dikin

Ehmedê Xî dibîje, ew hestên xwe bi klam gotinê raberî civakê dike û vê çandê wek hevparê civakê dibîne. Dengbêj Ehmedê Xî bal kişand ser têkiliya şert û mercên di navê de û ya dengbêjiyê û wiha axivî: "Ligel ku civak û dengbêjî hevparê hev in jî pêvajoya em tê de, em nikarin klamên xwe raberî civakê bikin. Niha zarok, ciwan, jin û gelê me tên qetilkirin û bajarên me bi ser me de xirab dikin; ev jî bandora xwe ya xirab li ser me dike."

Ehmedê Xî di dawiya axaftina xwe de jî îşaret pê kir ku ew hem bûyerên kevn û hem yên nûjen di klamên xwe de vedibêje û wê berhemên xwe yên vê dawiyê jî li ser berxwedana Kobanê û qadên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê çêkirine. 


Dengbêj Ehmedê Xî ye?

Sala 1974’an li gundê Mahmetka ê Pasûra Amedê hatiye dinê û sala 1981’ê ligel malbata xwe koçî Êlihê kiriye. Çanda dengbêjiyê di temenê biçûk de bandora xwe li ser Xî dike û ev bûn 20 sal ku ji civakê re klamên xwe û yên dengbêjan raber dike.  


 DÎHA/ÊLIH