Serê Malê Kilamek, piştî Edenê li Mêrsînê jî dibe mêvanên malan. Dengbêjên ji Sêrtê ku ji derfetên dîwandanînê razî ne, dibêjin, kilam wan li warên wan vedigerînin û hesreta vegera warê wan bi wan re zêdetir dikin.
ERGÎN ÇAGLAR / MA / MÊRSÎN
Dengbêjên li metropolên Tirkiyeyê ku bi dirûşmeya ”Serê malê kilamek” her hefte li malekê ne, diyar dikin ku li bajarên ku koçî wan kirine, tenê bi kilaman dikarin li gorî ziman û çanda xwe bijîn.
Dengbêjên li Mêrsînê, bi pêşengiya hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi destê dewleta Tirk hat girtin, bi dirûşmeya ”Serê malê kilamek” her hefte dibin mêvanê malekê. Gelek ji van dengbêjan bi salan e ji warê xwe koçber bûne û niha jî bi şevbihêrkan hesreta xwe ya ji bo warê xwe tînin ziman.
Dengbêj Îsa Tarhan (58) ku di sala 1993’yan de ji navçeya berwarî ya Sêrtê koçî Mêrsînê kiriye, bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li çanda dengbêjiyê û got, ”Berê me li gund dengbêjî dikir. Lê wê çaxê me di cihên wekî niha de nedigot. Wexta em hatin vir, êdî bi saya hunermendên NÇM’ê derfeteke wisa jî çêbû. Wan em anîn cem hevdu. Bi saya wan bi salan e ku em beşdarî bernameyên Newrozê û televîzyonan bûn.” Tarhan, diyar kir ku bi van bernameyan wan careke din çanda dengbêjiyê ji gel re vegotiye.
Em ê vegerin
Tarhan, anî ziman ku dengbêjî ji bo wan pirr muhim e û got, ”Wexta distrêm, gundê min, bajarê min tê bîra min. Bîranên xwe yên li gund hemûyan li kilaman bar dikim. Çi qasî zêde bistrêm, bêrîkirina min ew qasî zêde dibe. Êdî dixwazim vegerim gundê xwe. Heger şer bi dawî bibe, em ê vegerin gundê xwe.”
Kamîle Demîr (53) a ku di sala 2008’an de ji gundê Hîrît ê Sêrtê koç kir, anî ziman ku ji ber zext û zorê wan koç kiriye, lê belê heman zext li vir jî hene. Demîr, diyar kir ku ji zarokatiya wê ve bala wê li ser dengbêjiyê bûye û got, ”Bi rastî jî wexta nestrêm, nexweş dikevim.”
Kilam wê dibin warê wê
Demîr, bang li hemû jin û ciwanan kir ku xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin û got, ”Bila mirovên me çanda xwe ji bîr nekin û hînî zarokên xwe jî bikin. Ez jî hînî zarokên xwe dikim. Divê em vê çandê nifş bi nifş veguhezînin.” Demîr dibêje, wexta ew kilaman dibêje, ew ber bi warê xwe ve diçe û pir rihet dibe. Demîr got: ”Wexta distrêm bêrîvanî û çêrandina pez tê bîra min. Rojên min ên evîndariyê tên bîra min. Heger rojekê dawî li şer bê ez ê berê xwe bidim gund.”
Ramazan Eren (55) jî destnîşan kir ku ew ê bi dengbêjiyê zimanê xwe biparêzin. Eren got, ”Em dengbêj çand û zimanê xwe nifş bi nifş vediguhezînin û diparêzin. Bang li hemû dengbêjan dikim, ji bo berbelavkirina çand û zimanê me, werin em li taxên xwe çalakiyên bi vî rengî bikin.”
Zêdetir qîmetê bidin dengbêjiyê
Piştî ku dewleta Tirk bi zext û zilma xwe berê xwe da tinekirin û qirrkirina her rengê çand û hebûna Kurdî, gelek saziyên Kurdan ên çand, muzîk û zimên jî li bajarên Tirkiyeyê yên weke Stenbol, Enqere, Edebe, Mêrsîn û Izmîrê jî hatin girtin.
Lê hunermendên Kurd û dilsozên Kurdî li derfetên nû digerin, dixwazin keysa xwe ji nû ve li berhemanînê bînin. Nexasim jî li mekan û cihên nû digerin.
Axir di encama lêgerîna xwe de 6 dengbêjên Serhedî li Stenbolê ji xwe re cihek peyde kir da ku klamên xwe lê bibêjin. Ev şeş dengbêj tevî tembûr û dûdûkê kilamên xwe li mekanê bi navê Zebercet Terasê dibêjin. Ehmû dengbêjên hanê tika dikin ji xelkê Kurd ku xwedî li dengbêjiyê derkevin û da u dawî lê neyê jî bêhtir qîmetê bidinê.