Li eyaletên Oberosterreich, Kaerten, Tîrol û Salzbûrgê, dengdayîna 28 hezar hilbijêran dewam dike. HDP'yî li gelek welatên Ewropayê hem ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê dengê xwe bikar tînin, hem jî xebatên xwe bê navber dewam dikin. Ji bo jiyaneke aştiyane, azad û wekhev a gelan di çalakiyên piştevaniyê de banga destekkirina HDP'ê tê kirin. Kurd û dostên wan jî bi konvoyan diçin ser sindoqan. Hilbijêr, bi organîzeya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd li Lînz û Înnsbruckê re, dawiya her hefteyê bi du otobus û dehan wesayîtên taybet re diçin navendên dengdayînê.
Kurdên li Amerîka dengê xwe didin HDPê
Kurd û dostên wan ên li Amerîka dijîn, bi germî pêşwazî li hilbijartinên li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê dikin. Di nava 4 rojan de bi hezaran welatiyan denge xwe bikaranîn. Ji bo 90 hezar hilbijêrên qeydkirî yên li Amerîka, sindoqên hilbijartinê li konsolosiyên Tirkiyê yên li New York, Boston, Los Angeles, Chîcago, Hoûston û Mîamî hatine danîn. Ji 16'ê Gulanê û vir ve deng tên dayîn. Beşeke mezin a hilbijêran, di roja destpêkê de dengê xwe bikaranîn.
Ji ofîsa dildaran a HDP'ê ya New Yorkê Hulya Kartal, atmosfera sindoqan erênî nirxand û anî ziman ku dildarên HDP'ê ji 16'ê Gulanê û vir ve li ser sindoqan çavdêriyê dikin. Li gorî Kartal dewlemendî û cihêrengiya dildarên HDP'ê ya ji jin û hindikahiyên etnîkî ku piraniya wan jin in, bala hemû hilbijêran dikişînin.
Li derveyî Tirkiyeyê dengdan heta 31’ê Gulanê berdewam dike. Saziyên Kurd hewl didin di nava hefteya dawî de dixwazin Kurd û dostên wan dengê xwe bidin. Cara yekemîn e ku dengên li derveyî welêt di diyarkirina çaranûsa hilbijartinê de roleke girîng dileyizin.
OBEROSTERREICH / NEW YORK