Dengdana taybet a ji bo hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê dest pê kir. Di dengdana taybet de  pêşmerge û karmendên ewlekariyê deng dan.

Li gorî biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê doh di saet 08.00’an de dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê  destpê kir û wê heya saet 18.00’ê êvarê dewam kir.

Li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê 99 navendên dengdanê ku ji 471 odeyên dengdanê pêk tê, hatine danîn.

Pêşmerge û karmendên ewlekariyê

Mafê 170 hezar û 429 kes hebû ku di dengdana taybet a doh de dengên xwe bikar bînin. Piraniya hejmara dengên taybet dikeve parêzgeha Hewlêrê û hejmara wan jî 76 hezar û 253 dengdêrin.

Di dengdana taybet de pêşmerge û karmendên ewlekariyê deng didin. Dengdana giştî ya ya ji bo hilbijartina parlementoyê jî wê di 30’yê Îonê de pêk were.

 

HEWLÊR