
Li Çiyayê Şengalê radyoya bi navê Çira Şengal FM dest bi weşanê kir. Çira Şengal FM dixwaze bibe dengê berxweana Êzîdxanê.
Çira Şengal FM li ser frekansa 93.8 weşan bike, wê li seranserê Êzîdxan, li Rojava jî Qamişlo, Hesekê, Dêrik û kampa Newroz li gel sînorê Bakûrê Kurdistanê li Silopî jî bikare bê guhdarkirin.
‘Wê bibe dengê Êzîdiyan’
Ji xebatkarên jin ên radyoyê Gulîstan Hesen diyar kir ku demek kurt de serketinek mezin dest xistine û bi lêv dike ku weşana Çira Şengal FM di demek kurt de wê bigihe hemû Êzîdiyan.
‘Em ê dîroka Êzîdîtiyê nedin jibîrkirin’
Xebatkarek din a jin a radyoyê Almas Hecî destnîşan dike ku ji bo dîroka Êzîdîtiyê neyê jibîrkirin, hewl bidin bi weşanên xwe cih bidin ol û çanda Ezîdiyatî wiha axivî; “Ev Çira Şengal FM wê dîroka Êzîdîtiyê ragihîne. Em hewl didin bi xebatên xwe dengê xwe bigehînin hemû dinyayê û tiştên gelê Êzîdî jiyane vebêjin.” Almas Hecî diyar kir ku wê Çira Şengal FM bibe dengê berxwedanê, wê di azadkirina Şengalê de rolek mezin bilîze, ji bo wê jî wê xebatên xwe berdewam bikin.
‘Em ê berxwedanê vebêjin’
Xebatkarê radyoyê Murad Xalid jî diyar kir ku ew ê berxwedana piştî fermanan hatiye meşandin vebêjin û wê Çira Şengal FM bibe serketina gelê Êzîdî, divê ji bo vê yekê hemû kes xwedî lê derbikeve.
Çira Şengal FM dirûşmeyên çanda berxwedanê ya ji dema fermanê vir de pêşketine yên weke “Dengê Çira Şengal FM, dengê berxwedana Şengalê ye, Çira Şengal dengê Êzîdîxanê ye, em ji dengê Çira Şengal berxwedana Şengalê silav dikin, werin em fermanan asteng bikin” bikar tîne.
HEBÛN AMED/ NÛHAT ŞEBO / ANHA/ŞENGAL