
Hozan Dilgeş ku bi hişyarbûna gelê Kurd a salên 1970’î kete nava siyasetê û dest bi xabatên muzîkê kirin gelek berhemên giranbûha yên bûn fenomen afirandin. Hozan Dilgeş ku 9 kaset derxistin ji ber pirsgirêkên turnduristiyê yên giran demeke dirêj di pratîkê de ji xabatên hunerî dûr ket. Lê belê ji aliyê hest û efrîneriyê ve tu caran girêdana xwe ya bi huner, muzîk û siyasetê re qut nekir. Pêşketinên li Kurdistanê, bi taybetî berxwedana Kobanê û tevkujiya li Şengalê pêk hat Hozan Dilgeş careke din xistina nava hewldanan. Niha xeyal û hedefa wî ewe ku mîna Berxwedana Bagokê vê carê jî bibe dengê Berxwedana Kobanê û Qêrîna Şengalê. Heger şert û merc derfetê nedin amedekirina albûmê jî dixwaze besteyên xwe bi hunermend û komên muzîkê yên Kurd re parve bike.
Hozan Dilgeş têkildarî jiyana xwe ya henerî, rewşa tenduristiyê û pêşveçûnên dawî yê li Kurdistanê pirsê Nûçegahanên me Erkan Gulbahçe û Celîl Irmak bersivandin….
Di ciwantiya te de siyasetê çawa bala te dikişand?
Rojekê du “telebe” (ji bo endamên PKK´ê) hatibûn gundê me, ez bi wan re çûm heta bi ser rê. Ji hev re digotin; ‚Gunehê me teleban gelek e, me hîn zilma axan ji ser van gundiyan ranekiriye.´ Min hîn bi tiştekî nizanîbû. Min got wey ew çi dibêje? Ew ê zilma axan ji ser me rakin. Kêfa min gelekî ji vê gotinê re hatibû.
Piştre çûm Nisêbînê. Li Nisêbînê ez û çend hevalan, me her tim gotûbêjên siyasi dikirin. Me gel şiyar dikir. Me gel li ser siyasetê agahdar dikir. Her rabûn û rûniştina min û çend hevalan muzekereyên li ser Kurdistanê bûn û me daxwaza Kurdistanê dikir di gotûbêjên xwe de. 24 saetan ez di nava gel de bûm. Di salên heftêyî de me li Nisêbîn, Gever, Wan, Wêranşar, Dêrik, Cizîr û Şemrexê şevên siyasî çêkirin.1978’an de li aliyê me ciwanek hebû, gelek hêja bû. Şoreşger bû, ji aliyê kesên paşverû ve hat kuştin. Vê bûyerê gelek bandor li ser me kir. Ez hîn bêhtir nêzî têkoşînê kirim.
Elaqeya we ya ji bo muzîkê kengî destpê kir û çawa?
Bavê min pîr bû û li tembûrê dixist. Li gorî baweriya Êzdayetiyê tembûr pîroz e. Di mala her pîrekî de hebû. Ez di 12-13 saliya xwe de li cem bavê xwe hînî temburê bûm. Tenbûrvanî ji bavê min ji min re ma.
Ez di ciwantiya xwe de gelek caran derdiketim sev û şahiyan. Di sala 1978’an de kaseta xwe ya yekemîn min li welêt derxist.
Ji hunermendan kê pirr bandor li te kir?
Meryemxan, Nezîp Şîrvan û Mihemed Arif Cizrawî. Hersê hunermendan tesîr li ser muzîka min gelek kiriye û tesîreke rasterast li ser jiyana min jî kirin.
Di şert û mercên demê de ku Kurdî qedexe bû mijûlbûna bi muzîka Kurdî re ne hesan bû…
Derfet gelekî kêm bûn. Di radyoya Iraqê û teyiban de min gohdarî dikir. Meryemxan, Mihemed Arîf Cizrawî, Nezîp Şirvan, Mihemed Şêxo, Seîd Gebarî, Saîd Yusiv û li Şivan gohdarî dikir. Carnan min sitranên wan jî digotin. Lê bi piranî min dixwest ez bi xwe sitranan çêbikim. Ez bi van helbestana têr nedibûm. Mesela Seydayê Cegerxwîn bibîr bînim. Gelek helbestên wî jî hebûn lê ez têr nedikirim. Ji ber wê min dixwest ez bi xwe helbestan çêkim.
Çi îlham da te tu helbest û besteyên xwe çêkî?
Bi rastî îlham ji gel û bûyeran tê. Mîsal şerê li Çiyayê Bagokê yê sala 1988’an di têkoşîna Azadiyê de gelekî girîng e. Heger ev berxwedan nebûya strana „Li Mêrdînê li Bagokê’ min nedikarî binivisandana. Ne min helbest û strana „Li Mêrdînê li Bagokê“ nivîsand, wan cangoriyên ku li hember artêşa mêtînger li berxwedan nivîsand. Hemû besteyên min wisan e. Li hember bûyeran ez xwe mecbûr dibînim ku binivisînim. Bûyer bi xwe tên ziman ez jî dinivisînim.
Berhemên ku herî zêde kêfa te jê re tê kîjan in?
„Biçûkê Canê“, „Li Mêrdînê Li Bagokê“ û strana min li ser Egîd nivîsandiye; gelekî kêfa min ji „Egîd“ re tê. „Biçûkê Canê“ min li ser Helepcê nivîsand li gorî min mesaj gihîşt cîhê xwe. Lê ew sitran îro jî aktuel e. Îro jî li Rojhilata Navîn zarok tên kuştin, bi teybet jî li Şengal û Kobanê. Min beriya 26 salan berê li ser zarokên Helepcê nivîsand. Mixabin hîn jî ew sitran aktuel e. Ji ber ku zarok hîn jî tên kuştin.
„Biçukê canê tu hatî cîhanê
Ne ji bo mirin ê ji bo jiyanê“
Gelek caran gelek hûnermend stranên we bikartînin...
Gelek kêfa min tê. Lê dixwazim carnan jî bêjin ew stran ya felankesî ye. Stranên min ji aliyê gelek kesan ve hatin bikaranîn, lê mixabin ji xeynî Bawercan tu kesî ji min destûr nexwest. Bê destûr di kasetên xwe de dixwînin. Ji ber wê jî dilêşiyek heye.
Gelek stranên te deng vedan, gava tu li jiyana xwe binêrî, gelo dilê te rehet e?
Bi rasti min dikaribû hîn bêhtir xwe bidim muzîkê lê mixabin şertên jiyanê destûr nedan min. Belê îmkan hebûna minê hîn bêhtir berhemên nû derxistana holê.
Em werin xabatên Ewropayê. Hûn jî yek ji endamên destpêkê yê Hunerkomê bûn. Vê xabatê bandoreke çawa li we kir?
Sala 1983’an Hunerkomê şevek organîze kir. Ez jî tevlî vê şevê bûm. Piştî vê şevê ez tevlî xabatên Hunerkomê bûm. Di wê demê de Çiya, Xemgîn Bîrhat, Seyîtxan, Xelîl Xemgîn, Serdar, Zozan û wekîdin gelek hunermend hebûn. Em bi hev re dixebitîn. Xebatek kolektif hebû. Di aliyê muzîkê de tesîrek erênî ser muzîka min kir. Di bipêşketina muzîka min de tesîra honerkomê gelek e.
9 kasetên min derketin. Min dixwest hejmar zêtir ba lê mixabin pirsgirêk derketin. Pirsgirêka herî mezin jî tenduristiya min e. Di aliyê tenduristî de rewşa min ne baş e. Ji ber tenduristiya xwe gelek caran ketim nexweşxanê. Gelek caran emeliyat bûm û demên gelek dirêj di nexweşxanê de mam. Dixwazim kasêta dehan jî derxînim. Gava Şengal û Kobanê dibînim hertim dixwazim kasêtekê li ser rewşa dawî çêbikim. Buyerên dawî bi xwe min tînin ziman. Bûyer bi xwe bi min didin nivîsandin.
Stranên we bi piranî weke şerê li dijî neheqî û feodalîteyê bûn. Ev têkoşîn hêna jî dewam dike gelo?
Ez dikarim behsa serketineke gelekî mezin bikim. Me bi muzika xwe û têkoşeran jî bi xebata xwe ew gelekî paşve xistin. Niha jî gazincê min hene. Rewşa Şengalê berbiçav e. Şêxê Êzîdiyan kanîn, ewên ku xwe dikin mîr û melek kanîn? Ez gazincê ji wan dikim, bila li gelê xwe xwedî derkevin. Li hember vê neheqiyê serî rakin. Lê mixabin serê xwe kişandine nava xwe. Bi vî awayî şêxtî û mîrtî nabe.
Ji bo ciwanên mi muzîkê re eleqedar dibin gotin û pêşniyarên we çi ne?
Beriya her tiştî gereke muzîka Kurdî baş nas bike û hunermendên Kurd beriya niha çi kirine baş analîz bike. Bi derxistina kasetekê tenê mirov nabe hunermend. Gereke muzîke kûr bike. Kûr bifikire. Divê sere sere derbas nebe. Ez naxwazim dilê hinek huermend bihêlim, lê mixabin hinek jê bi sloganan muzîkê dikin. Gereke stran cidî be. Hin gotinên ji bo gel pîroz in bi cihê xwe de bên bikaranîn. Her tim û li her deverî ji xwe û me re neyên bikaranîn.
Tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê ku hûn dijîn jî ji bo demên pêş plan û projeyên we hene gelo?
Ez carinan dinivisînim û carinan jî meqaman derdixînim holê. Ger derfet hebe dixwazim albumekê derxim. Ger derfetê albûmê tunebin jî dikarim stranan bidim kesên din dikarin bixwînin. Ger pêwîstî pê hebe ez dikarim bidim koma Berxwedan jî. Ev ê min gelekî kêfxweş bike.
Rizgariya Êzîdiyan bi PKK’ê ye
Kurd di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Tiştê di vê rewşê de were kirin çi ye?
Ya rastî, rola hûnermendan ew e ku êş û janên milet bînin ziman. Bi hûnera xwe yekîtiyeke xurt bînin ziman. Lê belê pêwîst e hunermendên kurd di nava xwe de yekîtiyekê çêbikin.
Yekîtiya ku di şexsê Kobanê û Şengalê de tiştekî pîroz e. Ji vê xweşiktir tiştek nîne. Gereke bi her awayî yekîtiyek bê çekirin. Ji bo yekîtiya netewî hîn bêhtir xebat bê kirin. Dibe ku ev gotinên min gelekî siyasî bên dîtin. Dibe ku ez wekî alîgirê PKK bêm famkirin. Lê rastî hene. Di şexsê Kobanê û Şengalê de her tişt derket holê. Ger 5 gerîlayên PKK’ê nebûna wê li Şengalê qetlîam hîna mezintir bûna. Êzîdiyên Şengalê dibêjin ger gerîla nebûya li Şengalê emê hemû bihatana kuştin. Gelê Êzîdî lazime li dor PKK’ê kom bibe. Ji ber ku xilasî bi felsefeya PKK’ê ye. Eger Kurdên Êzîdî bi PKK’ê rizgar nebin, bi tu partî û rêxistinên din rizgar nabin. Piştî hevqas tecrûbe û serpêhatî pêwiste Êzîdî xwe nas bikin û êdî nedin pey Axa û Şêxan. Gerek e rastiyê bibînin.
Hozan Dilgeş
Dilgeş sala 1952´yan li gundê Fisqînê yê ser bi navçeya Mêrdînê Nisêbênê ji dayik dibe. Ew kurê Pîr Nahroz e û weke Êzîdiyekî kurê pîr ew jî pîr e yan jî ji pîran e. Ew yek ji heft birayan e û 5 xwîşkên wî hene. Li gundê xwe yê nîv Misilman û nîv Êzîdî bêyî pirsgirêkên dînî mezin dibe. Nexasim jî bi stranên “Muxtaro” û „Bijî şerê me li Bagokê”, “Biçûkê canê” salên 80´yî û 90´î di nava dilê Kurdan de bi muzîka xwe û bi tembûra xwe cihê xwe girt. Ew xwe weke welatperwerekî Kurd ê ku proleteriyê esas digire bi nav dike. Ji sala 1978´an ve li Elmanyayê penaber e.
ERKAN GULBAHÇE / CELÎL IRMAK