Amed êdî xwedî rêxistineke din a civaka sivîl a hunerî ye. Armanca vê rêxistina civakî jî ew e ku di navbera hunermendên Kurd ên li deverê û civaka navneteweyî ya hunerê de.
Ev navenda bi navê Loading, sala 2017´an bi destê Şener Ozmen, Erkan Ozgen, Cengiz Tekin, and Deniz Aktaş ve hat damezrandin. Armanca wan a sereke ew e ku şîretan li hunermendên ciwan bikin û derfetan ji wan re biafirînin da ku xwe bi hunerê îfade bikin. Bernameya wan elaqedarên huner ên cihî û guhertin, nûkirinên dijwar ên di hunerê hevçerx de tîne cem hev, dibe çavkaniyeke jêderan (pirtûkxane û wd), mekanên studyo û atolyeyan belaş dide hunermendên ciwan û her wiha şêwr û mentoriya damezrînerên Loadingê jî.
Bi vî rengî Loading a li semta Ofîsê, dibe pirek di navbera civaka cihî û civaka navneteweyî ya çêkerên huner, pratîk û teoriya wê. Fokusa wan jî li ser bernameya li raya giştî vekirî ye û ne li ser pêşangehan e. Ew her wiha tercîh dikin çarçoveyeke perwerdeyî ava bikin ji bo hunermendên cihî û bi vî awayî bi kêr werin.
Pirtûkxaneyeke girîng
Pirtûkxane û materyalên Loading berhev dike jî her diçe zêde dibin. Di nava van de pirtûk, kovar, katalogên buha yên mihrîcan û pêşangehan ên ji 2000´î û pê ve jî lê peyde dibin.
Ji damezrênerên Loadingê Erkan Ozgen ji bo navenda xwe dibêje, “Sedema esas a hebûna Loadingê ew e ku li ber qirrkirina çandî rabe, li ber wê bisekine. Ev beşa herî girîng e ku mirov li dijî totalitarîzmê bi israra xweseriya hunerê hevçerx li ber xwe bide. “