
Berîvan derbarê bernameyên nû yên radyoyê de jî wiha peyivî: “Bernameyên me despêkê kêm bûn. Lê piştî ku me weşana xwe berfirehtir kir gelek bernameyên din ên siyasî, cîvakî, zarok, jin, ciwan û tendirûstî hatin zêde kirin.”
Bêrîvan Qamiçlo radyo di şoreşa Rojava de weke xwedî roleke mezin dinirxîne û dibîeje, “Lewma li her cihî derfetên TV û înternetê nînin. Her wiha dîsa gelek kes hene nikarin rojnameyê bixwînin, lê radyo li her cihî bi hêsanî dikarin werin guhdarî kirin.”
Bêrîvan armanca berfirehkirina radyoyê jî wiha rave kir: “Me xwest em bibin dengê giştî yê Kurdistanê û Rojava. Navçe û gundên ser sînorê Bakûr yên mîna Nisêbîn û Qoser jî êdî dikarin li radoyaya me guhdarî bikin. Armaca berfirehkirina weşana radyoya me ew e ku em xwe bigihînin gelê Kurd.” Bêrîvan herî dawî bang li guhdarên radyoyê kir û ji wan ev daxwaz kir: “Pêşniyar û rexneyên xwe ji me re ragihînin ji bo em hîn zêdetir bibin bersiva gelê Rojava.”
QAMIŞLO