Bedana vîna gelan Leyla Guven li ber çavê cihanê dihele. Gel di vî warî de hesas û çalak e. Lê raya giştî, parêzvanên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê li hember rewşê kerr, kor û lal in.

Hevseroka KCD´ê û Parlementera HDP´ê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, ev 70 roj in di greva birçîbûnê de ye. Her wiha li gelek hepsan jî hepsiyên ji dozên PKK û PAJK´ê bi heman armancê berxwedana xwe bi biryardarî didomînin. Parlementerên HDP’ê û nûnerên saziyan li ser rewşa Guven û daxwezên hepsiyan peyivîn.

Parlementerê HDP’ê Saît Dede destnîşan kir ku Leyla Guven ji bo bibe dengê daxwaza gel bedena xwe daye ber birçîbûnê û got, “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan, gel hemû tê tecrîdkirin. Ew tecrîd li tevahiya hepsan belav bûye. Leyla Guven ji bo xwe tiştekî nake. Ji bo parastina mafê jiyanê yê Guven û hepsiyan divê daxwazên wan bên qebûlkirin.” 

 Parlementera HDP’ê ya Rihayê, Ayşe Surucu jî got, ji ber AKP ji aştî û demokrasiyê ditirse, li hemberî daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven xwe li kerrî û lalîtiyê daniye û wiha peyivî: “Heger tecrîd bê şikandin wê bayê aştiyê hêl bibe û hikûmeta AKP’ê jî ji îqtîdara xwe bibe.” 

Li ber çavên cîhanê 

Ayşe Surucu balkişand ser rewşa Leyla Guven û got, “Bedana vîna gelan, Leyla Guven li ber çavê cihanê dihele. Gelê me di vî warî de hesas e. Em ê di 19’ê mehê de mîtîngeke mezin li dar bixin û em ê tecrîdê bişikînin. Bi vî awayî em ê daxwaza Leyla Guven û hepsan pêk bînin. Ji ber vê, heta daxwaza wan bê qebûlkirin, ez bang li gelê me dikim ku têkoşîne xurt bike.” 

Mafê jiyanê pîroz e

Serokê Şaxê  Colemêrgê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) yê berêm Mûsa Bor jî got. mafê jiyanê mafekî pîroz e û divê mafê jiyanê yê Leyla Guven bê parastin. Bor diyar kir ku çalakiya Leylayê di asteke krîtîk de ye û wiha peyivî: “Piştî 60 rojan, yekpareyiya bedena mirovan xirab dibe. Di vî warî de daxwaza me ya parêzvanên mafên mirovan û saziyên tenduristiyê pirr zelal e. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku bêhtir balê bikişînin ser vê rewşê û gav bên avêtin.” 

 

MA / AMED