Piştî amadekariyên 4 mehan Radyoya Dengê Dirbêsiyê ya navenda wê li bajarê Dirbêsiyê ye dest bi weşanê test a ku mehekê bidome, kir.

Di vê demê de wê stran, nûçeyên bi zimanê Kurdî û Erebî werin pêşkêşkirin. Radyo li ser frankansa 96.9 bi firehiya 50 km weşanê bike.

Karmend û xebatên radyoyê hejmara wan 9 kes in, niha li ser miijarên çapemeniyê û bernameyên radyoyan tên perwerdekirin.


Wê bibe dengê şoreşê

Weşana Dengê Dirbêsiyê dê saet ji serê sibê saet heşta dest pê bike û heta evara hefta dewam bike. Bernameyên ku dê radyo biweşîne ev in “Rojbaş, Zimanê me, Civak û jiyan, Jin û Civak, Dengê Hunerê, Bernameya Zarokan, Bernameya Şehîdan” û hin bernemayên nûçeyî.

Ji rêveberên Radyoya Dengê Dirbêsiyê Şêxmûs Haris da xuyakirin ku armanc ji vekirina vê radyoyê gîhandina dengê şoreşa Rojava ye, her wiha vejandina rêûresmên civaka Dirbêsiyê, pênasekirina kar û xebatên sazî û rêxistinên bajêr ji raya giştî re ye. 


 ANHA/DIRBÊSIYÊ