Çîroka Sabro jî weke çîroka Suryaniyan e. Tuma Çelîk dema li Midyada Mêrdînê dest bi dibistanê kir, fikira "Çima li malê Suryanî li dibistanê Tirkî tê axaftin" fikirî û li zanîngehê fersenda nasnameya Suryaniyan bi nase peyda kir. Çelîk, dest bi xebatên ziman, çand û dîroka gelê Suryaniyan dike. Çelîk, diyar kir ku dema ew li bersiva pirsa "ez kî me?" di geriya nasnameya xwe peyda kir. Çelîk, dema li Zanîngeha Stenbolê dixwand ji ber xebatên polîtîk derket derveyî welat. Çelîk, li Ewropayê di nav xebatên kovarên Renyo û Qenneshrînê de cih girt û di avakirna Suroyo Tv'î de cih girt. Çelîk piştî vegeriya Tirkiyeyê bi 4 hevalên xwe yên dildar re dest bi xebata Rojnameya Sabro kir. Sabro niha mehane derdikev û dê rojên pêş de bibe hefteyî. Hejmara rojnameyê ya yekemîn dê bi manşeta "Em jî hene" û bi surmanşeta "Em dixwazin me binasin" derbikeve.

Rojnameya Suryaniyan ya yekem

Çelîk, anî ziman ku di serdema Împaratoriya Osmaniyan de rojnameya bi osmanî dihate nivîsîn û xitab li Suryaniyan dikir hebû. Çelîk, da zanîn ku ev rojname di 1915'an de hate girtin û wiha got: "Sabro rojnameya li dijî weşanên cematê weşanê dike û balê dikşîne ser pirsgirêkên civakî û armanca pirsgirkên Suryaniyan vebêje yekemîn e. Ji ber vê yekê rojnameya Suryaniyan a yekemîn e." Çelîk, bilêv kir ku dengê Suryaniyên derveyî Stenbolê dijîn nayê bihîstin. Çelîk, destnîşan kir ku civaka suryaniyan li hemberî talukeya windabûnê ye û wiha axivî: "Heke têkoşîneke bihêz neyê dayîn di nav civaka Tirkiyeyê de cudahî neyê dîtin." Çelîk, diyar kir ku armanca rojnameyê yek jî ew e ku deng û derdên suryaniyan bîne zima û balê bikşîne ser polîtîkayên li dijî suryaniyan ên koçberiyê û wiha pê de çû: "Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextan suryanî li ber winabûnê ne." Çelîk, anî ziman ku suryanî 6 hezar salin hene lê hêj tu kesî ev yekê qebûl nekiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di nav armanca rojnameyê de nasîna gelê suryaniyan pêk bîn e heye. Em dixwazin vê nedîtinê bi guherin. Em dixwazin vê yekê careke din bidin dîtin. Em jî dixwazin wekî hemû gelên din bijîn. Em tu tiştên din naxwazin."

'Windabûna gelekî nayê qebûlkirin'
Çelîk, da zanîn ku windabûna gelekî di aliyê mirovahiyê de tiştekî gelek wehîm e wiha got: "Em jî hene. Sabro, qêrîna di nav me de ye. Em bi her tiştê xwe re hene. Em bi nasname û keda xwe re hene. Sabro: Qêrîna me ya tu kes me nabîne ye. Li gel hemû neyîniyan nifusa me ket 25 hezaran û hêj hêviya me heye."
Çelîk, bilêv kir ku ji mexdurên şerê li Tirkiyeyê berdewam dike yek jî gelê Suryaniye. Çelîk, destnîşan kir ku di navbera salên 1985 û 1995'an de ji ber koçberiyê, bûyerên kiryar nediyar û valakirina gundan zêdehî 50 hezar Suryanî ji cihên xwe bûn û wiha got: "Piranîna wan kesan dixwastin li wî welat bijîn. Ji ber vê yekê mexdurên vî şerî yek jî me in."
Çelîk, anî ziman ku Suryaniyên niha li Tirkiyeyê dijin jê 20 hezar li Stenbolê û 5 hezar jî li Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Colemêrgê dijîn. 

DÎHA/STENBOL