AHMET KANBAL / MÊRDÎN / MA
Vedat Allak, piştî xebata xwe ya der barê qewl û qewlbêjiya Êzîdiyan de, niha jî muzîk û rîtma dirûşmeyên ku kurd di çalakiyan de dibêjin, lêdikole. Allak, destnîşan kir ku wekî gelên din dengên xweser ên Kurdan jî hene û ew dixwaze di çarçoveyeke zanistî de li wan bikole.
Vedat Allak ê ji Mêrdînê, hîna wexta xwendekarê pola sisêyan a Konservatûwara Zanîngeha Dîcleyê bû, ji bo perwerdehiya muzîkê çû Fransayê. Allak, qederekê li Frasansayê ma û sala 2011’an vegeriya. Berî biçe Fransayê, zanîngehê jê re gotibû ‘wexta tu vegerî tu yê têkevî ezmûnan’, lê belê piştî alîgirê midûrê fakulteyê guherî nehiştin têkeve ezmûnan. Li ser vê, Allak dev ji Zanîngeha Dîcleyê berda û li Parîsa Fransayê li 8 zanîngehan perwerdehiya xwe domand. Piştî kutakirina perwerdehiyê, Allak li heman zanîngehê bi Kurdî di warê Etnomuzkîlojiyê de mastira xwe kir. Teza wî ya ewil ‘Di Êzîdîtiyê de Qewlbêj û Li Dîasporayê Rola Qewlbêjan” bû. Niha jî ji bo teza xwe ya diduyan li ser “Li Parîsê Ambiyansa Çalakiyên Kurdan” hûr dibe.
Ji bo xwe dikim
Allak, destnîşan kir ku Etnomuzîkolojî di warê çandî de li ser muzîkê hûr dibe û zanisteke muzîkê ye. Allak ji bo xebatên xwe got, “Civak çawa çanda xwe û zimanê xwe diparêzin, çi qasî diparêzin, çi qasî winda kirine û çi qasî bi pêş xistine. Ez li vê yekê dikolim. Ev beşa zanistê, erf û adet, lixwekirin, awayê xwarinê, awayê gotina stran û kilaman, têkiliya jin-mêran lêkolîn dike.”
Allak, anî ziman ku ew der barê nasnameya Kurdî de lêkolînan dike û got, “Berî her tiştî ez ji bo xwe dikim. Çand, ziman û nasnameyeke vî gelî heye. Lewma divê herkes tiştekî bike. Ez jî muzîkjen im û di vî warî de tev digerim. Ez hay ji kêmasiyên vê meydanê heme û dixwazim van kêmasiyan temam bikim.”
Em Êzîdiyan nas nakin
Allak, der barê teza xwe ya ewil de jî got, “Em Êzîdiyan pirr nas nakin. Tenê em hay ji taybetmendiyên ola wan hene. Muzîka wan çawa ye? Jiyana wan çawa ye? Di dîrokê de xwedî roleke çawa ne? Em pirr hay ji van tiştan tine ne. Wexta ez di vî warî de xebitîm, min dît ku ew jî li nasnameya xwe digerin. Helbet wekî her Kurdî tirsa wan jî heye. Her wiha di nav xwe de parçe jî bûne. Hay ji vê jî hene. Qewlbêjî, pirr dişibe dengbêjiyê. Qewlbêjî, pergaleke patrîarkal e ku ji bav derbasî kur dibe. Di destê sê malbatên mezin de ye. Her wiha deng û muzîka di vir de tê biakaranîn, der barê Kurd û Êzîdiyan de agahiyên ecêb didin der. Helbet ev aîdî Kurdan, Êzîdiyan e.”
Zanista lêkolîna dengên Kurdan
Allak, destnîşan kir ku teza wî ya duyemîn jî li ser dirûşmeyên Kurdan e. Allak got, ew li ser dirûşmeyên ku Kurd li Parîsê di çalakiyan de dibêjin, hûr dibe û ambiyansa derdikeve holê lêdikole. Li ser mijarê Allak wiha peyivî: “Wekî gelên din dengên xweser ên Kurdan jî hene, û dixwazim vê yekê bi awayekî zanistî derxim holê. Kurd xwedî awayekî xweser ê gotinê ne. Ez dibêm, ev di dirûşmeyên wan de heye. Lewma ez di vî warî de lêkolînekê dikim. Helbet her gelek xwedî awayekî gotin, strandin û guhdarîkirinê ye.”
Divê xwedî derketina li zimên bê teşwîqkirin
Allak, destnîşan kir ku divê xebatên di vî warî de bên zedekirin û got, piştî çend salan wexta ew vegeriyaye welat, li hemberî dîmena heyî heyiriye. Allak dîtiye ku li hemû waran zext heye û êdî mirov bi endîşe nêzî xebatên çandî dibin. Allak got, “Lê divê kes bêhêvî nebe. Bêdengiyek heye. ev yek li her derî dixuyê. Bi dehan navendên çandê yên vî gelî hatine girtin, partiyên siyasî hatine girtin. Lê dîsa jî têkoşîneke mezin heye. Faşîzm çi qasî har bibe jî, ev çand wê bijî.”
Allak, her wiha dîtiya ku civak weke berê di warê axaftina bi Kurdî de hesas nîne û got, “Beriya bi 2 salan, wexta ez hatim, min ev dît. helbet ev ji ber asîmlasiyon û zillmê ye. Lê tu dibê qey em jî wek berê hesas nînin. Divê demidlest em hewl bidin ku civak ji vê hisiyatê xelas bibe. Herkes wekî kesên di nav pêvajoyê polîtîk de, nikarin pêvajoyê binirxînin. Ji ber vê, kêmasî rû didin. Lewma pêdivî bi xebatên xurt heye.”