Delegasyona navneteweyî ya ku ji bo pêkanîna hevdîtinan çû Tirkiyeyê û hewl dide Ocalan jî bibîne, îro daxuyaniyek da çapemeniyê. Di delegasyonê de parêzerê Neson Mandela Dadger Essa Mousa, weşanger Janet Bielh û akademîszen Dr. Thomas Jeffrey Miley jî beşdar bûn. Der barê delegasyonê û rewşa heyê ya siyaseta Tirkiyê de em bi endamê delegasyonê Thomas Jeffrey Miley re peyivîn. 

Miley îşaret bi giraniya zexta li ser xelkê li Tirkiyeyê kir û got, di rewşekê de ku zexta bêdengkirinê ya neteweperestiya Tirk a hîsterîk di wê astê de ye ku mentiq bitevizîne, wezareta dadgeriyê jî, rayedarên hikûmetê û heta rayedarên mixalefeta sereke jî xwe li daxwaz û hewldanên diyalog û lêgerînên aştiyê kerr dike.


Ji bo diyalogê hevdîtina bi Ocalan re

Endamê Delegasyona Aşitiyê ya Navneteweyî ji bo Dr. Thomas Jeffrey Miley ji rojnameya me re da zanîn ku heta niha ew di çarçoveya serdana delegasyonê de bi tenê bi rayedarên partî û tevgerên aliyê Kurd re karîbûn rûnin. Miley hovîtiya li Cizîrê û êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li deverên mayî jî bi bîr xist û got, „Ji bo çareseriyê û destpêkirina dîalogê hevdîtina bi Ocalan re gelekî bi qîmet e. Ji bo wê me serî li Wezareta Dadê ya Tirk xist, lê heta niha wan ti bersiv neda daxwazên me.Miley îşaret bi hewaya tepesindanê ya heyî ya neteweperest li Tirkiyeyê kir û got, „ji ber vê aliyên siyasî yên mayî newêrin bipeyivin, yan jî ti helwêstê nîşan nadin. Weke encam em ê weke mînak vê êvarê bi akademîsyenan û întellektuelan re rûnin û zexta li ser azadiya xweîfadekirinê, azadiya ramanê û azadiya akademîk bikin. Em ê her weha li ser rêyên muhtemel ên çalakiyên ji bo çareseriyê jî baxivin.“

Miley got, azadiya axaftinê û xweîfadekirinê bi tenê manedar e heke mirov wê bi kar bînin ku di tirseke di bin nîrê otorîteryanîzmê de ya rastî destûrê ne mumkin e. 


Girîngiya peyivîna Ocalan

Li ser tecrîdkirina demdirêj a Ocalan jî T.J. Miley got, „tecrîdkirin û miameleya ne mirovane ya bi Ocalan re ku nîşana serhgişkiya dewleta Tirk in, nikarin demeke dirêj dewam bikin.“ Miley şiddeta li herêmê, şer û arîşeyên li Tirkiyeyê û encamên wê yên mafê mirovan binpê dikin, bi bîr xist û weha dewam kir: „Ji ber vê jî pirr rewşeke lezgîn e ku derfet were afirandin da ku Ocalan bipeyive. Ew dengekî gelekî heyatî ye ji bo aştiyê. Ya rastî modela wî ya konfedarlîzma demokratîk yekane alternatîfa dikare bijî ye li dijî zordestî, kaos û şer pêşniyaz dike li Rojhilata Navîn.“


CHP´ê jî xwe kerr kir

Li ser pirsekê jî Miley gotinên „Ya rastî ne tenê partiya desthilatdar, û rayedarên hikûmetê, lê partiya mixalefeta sereke CHP´ê jî xwe li daxwazên me yên hevdîtinê kerr kir.“ Dr. Thomas Jeffrey Miley îşaret bi helwêsta şerxwaz a Erdogan kir ku hewayeke tirsê afirandiye û tevî vê helwêstê hizr û mentalîteyeke neteweperest a ku bi îtîna hatiye xurtkirin bûne sedema vê bêdengî û tirsa belavbûyî li welêt. 


Ev rê ne ti rê ye

Dr. Thomas Jeffrey Miley bi bîr dixe ku serokkomarê dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê serketina di hilbijartinan a tevgera Kurd, îhtîmala aştiyê û projeya aliyê Kurd a siyasî weke tehlûkeyekê dît ji bo arezuyên serokkomar ên otorîter. Li gorî Miley, dema bi ser vê de sempatiya bi Kobanê re ji bo Kurdan peyda bû „vê kir ku ew mirovên di çerxa îdeolojîk û zordar a dewleta Tirk de ne, refleksên xwe yên şerxwaz bidin der.“

Dr. Thomas Jeffrey Miley îşaret bi wê yekê kir ku şiddet şiddetê diwelidîne û di rewşeke mîna weke ya îro de ku tevgera Kurd îsbat kiriye ku ew hêza herê xurt e di şerê li dijî DAIŞ´ê de weke hevgirê NATO´yê jî, ev israra di şer de ya Tirkiyeyê hem dij-afirîner e, hem jî tehlûkeyeke mezin e. 


 NAVENDA NÛÇEYAN