Li Tirkiyê siyaset xitimiye. Partiya hikûmetê AKP’ê, ev cara yekê ye ku piştî desthilatdariya xwe ya 12 salî nîşaneyên qelişîn û hilweşînê dide. Recep Tayyip Erdogan ê ku dixwaze bi navê sîstema serokatiyê, sîstemeke ku tenê dengê wî bê bîhistin ava bike, meydanê ji ti kesî re nahêle. Her roj li du an sê merasîman de propagandaya xwe û sîstema serokatiyê dike. Li gel vê yekê dengê qaşo serokwezîr Ahmet Davutoglu zêde dernakeve. Li şûna xwe, berdevkê hikûmetê Bulent Arinç dide dengkirin û nerihetiya xwe ya ji pratîka Erdogan bi vî awayî aşkere dike. 

Mirov ji kîjan hêlê ve mêzeke, dibîne ku qelişîna di AKP’ê de êdî nema tê veşartin. 

Li gel vê yekê, di nava raya giştî de piştgiriya ji AKP’ê re jî lewaztir dibe. Anketên dawî nîşan didin ku dengên AKP’ê li derdora ji sedî 40’î ne û li beramberê vê yekê dengên partiya Kurdan û demokratan HDP’ê û yên partiya nijadperestên Tirk MHP’ê bilindtir dibin. Analîzên li ser vê dîmenê aşkere dikin ku, eger HDP ji bendava ji sedî 10’ê derbaske û MHP jî ji sedî 17’an zêdetir dengan bistîne, wê çaxê AKP bi serê xwe nikane bibe desthilatdar û hikûmetê ava bike...

Wekî nivîskarên AKP’î yên ku rolê berdevkariya hikûmetê hilgirtine ser milê xwe jî tînin ser zimên, ku “efsûna AKP’ê belav dibe” û “cûr şikestiye û êdî avê nagire!” Her nîşane diyar dike ku AKP û prestîja Erdogan dihele...

Ev dîmen him partiya desthilatdar AKP’ê û him jî Serokdewlet Erdogan ê ku ketiye nava xeyalê ‘sultanti’yeke despotîk, dixe nava panîkeke mezin. Desthilatdarên Tirk li ser vê rewşê çareyê dîsa di êşandina Kurdan de digerin. Krîz û aloziya navxweyî dixwazin bi pêkutîna Kurdan bidin jibîrkirin an jî ji rojevê derêxin.

Erdogan dîsa dest bi teraneyên klasîk yên înkarkirina Kurdan kiriye; “pirsgirêka Kurdî tune ye!” Di heman demê de êrîş dibe ser hikûmetê ku bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî nekevin nava ti hewldanan û dibêje; “ Ez Heyeta Çavdêriyê rast nabînim. Ez li dijî 10 xalên mûzakereyên pêvajoya çareseriyê me!”

Piştî axavtina Erdogan, koroya xulamên AKP’î li dû hevdû pesna wî dan û gotin, ku ew çi dibêje bo wan qanûnek e... Li hinda siyasetmedaran, leşkeran jî dîsa dengê xwe li dijî Kurdan bilind kirin. Serfermandarê Arteşa Tirk Necdet Ozel gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Ruhê Eşme’ ya ku hevkariya dîrokî ya Kurd û Tirkan îfade dikir, ji xwe re kir hedef û hestên dijminiya Kurdan dûbare kir. Arteşa Tirk piştî vê gotinê li Şemrex a Mêrdînê û li Colemêrgê li dijî gerîlayên Kurd dest bi operasyonên leşkerî kir. Ew jî bi vî awayî tevlî operasyona psîkolojîk ya ji bo veşartina aloziya di nava hikûmet û Serokomar û ya siyaseta Tirkiyê de bûn...

Hikûmet û dewleta Tirk bi her saziyên xwe ve dîsa Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdî xistin hedefê. Ev nîşaneya bêçaretiya wan û xitimandina siyaseta Tirk a klasîk a li ser înkar û tunekirina Kurdan hatiye avakirin e. Lê herkes jî dizane ku heta îro hikûmetên Tirk ên nekanîn û newêrîn pirsgirêka Kurdî çareser bikin, tev di bin giraniya vê pirsgirêkê de man û hilweşiyan. Wer xuya ye ku dor niha ya AKP’ê ye. Gotinên kevin ên bêmane, pratîka kevin a bêçare!..

Hikûmeta AKP’ê û desthilatdariya Erdogan ber bi hilweşînê ve ye. Lê ew dixwazin destketiyên Kurdan di bin kavilê wan de bimîne. Rejîma Tirk, heta îro bi piştgiriya ku ji derve, ji dewletên serdest ên Rojavayî û rejîmên paşverû yên despotîk ên herêmî digirt, pirsgirêka Kurdî û zilma li Kurdan dikir, manîpûle dikir. Lê di bin pirê re pirr av derbas bû. Belkî rejîm berê bi hilweşîna hikûmetan zêde zirar nedît û li ser pê ma, lê wer xuya ye ku vê carê rejîm bi xwe jî ji hilweşînê re rû bi rû ye. Rewş ne wekî ya berê ye; Kurd hişyar in û di binê kavilê wan de namînin!..