Li hinek bajarên Iraqê xwepêşandan didomin. Li bajarê Besrayê xwepêşanderan Deriyê Sefwan ê di navbera Kuwêt û Iraqê de girtin. Herwiha hinek xwepêşanderên hatin binçavkirin bi kefalet hatin berdanê. Li Bexdayê jî di êrişa hêzên dewletê de 2 xwepêşander hatin kuştin.
Ji 25’ê Cotmehê ve xwepêşandan û nerazîbûnên li Bexda û hin bajarên din ên Iraqê yên li dijî bêkarî, gendelî û nebûna xizmetguzariyê hatin destpêkirin dewam dikin. Niha ji xwepêşander daxwaza hilweşandina hikûmetê, reforman û derfetên kar dikin. Tevî sozên rayedaran, kuştin û birîndarkirina bi hezaran kesî jî xwepêşandan didomin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî yên parêzgeha Besrayê, xwepêşanderan Deriyê Sînor Sefwan ê di navbera Kuwêt û Iraqê de girtin. Tê gotin ku rê nadin di derî re hatinûçûn pêk were û didin diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyê navekin.
Ji aliyê din ve, ragihandina Desteya Dadwerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye ku îro hejmarek xwepêşanderên hatin binçavkirin bi kefalet hatine berdan. Li gorî daxuyaniyê heta niha 2 hezar û 400 kes bi kefalet hatine berdanê.
Tehamula gelên Îranê nemaye
Li Îranê jî li nêzî 100 bajaran gel daketin kolanan û li hemberî zêdebûna bihayê benzînê nerazîbûna xwe nîşan dan. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Farsê nêzî hezar kes hatine destgîrkirin. Lê tê diyarkirin ku hejmara rastîn zêdetir e. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî 100 kes hatine kuştin.
Du sal berê jî gel daketibûn kolanan lê piştre nerazîbûnên wan nerm bûbû. Akademîsyenê Fransiz û Îranî Azadeh Kîan ji kovara Marîanne ya Fransizê re axivî û ev xwepêşandan analîz kir. Rîan got, “Li welat ji ber zextên Emerîkayê û xerabbûna aboriyê, rejîmê biryar da ku bihayê benzînê 3 katan zêde bike. Îran rojê bi tenê 300 hezar varîl petrolê difiroşe. Ev ji sala berê xerabtir e. Di sala 2018’an de li 80 bajaran çalakî hatibûn lidarxistin îro ev hejmar bûye 108. Gelek banke, avahiyên şaredariyan, market, wesayîtên hêzên dewletê û dibistanên dînî hatin şewitandin. Gel êdî li hemberî hejariyê zêde tehamul nake.
Kîan bal destnîşan kir ku Îran ji bo çalakiyên li Hûzistanê bide sekinandin, milîsên ji Iraqê xiste dewrê, û got, ev jî tê wê maneyê ku Mihafizên Şoreşê kêm in.
NAVENDA NÛÇEYAN