Li bajarê Kanadayê Torontoyê, komek ji çalakgeran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin. 

Çalakî ji aliyê meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê ve hate lidarxistin. Belavokê doza azadiya Ocalan a civaka Kurd îfade dikir.

Ev çalakî, li Yonge&Bloor, Yonge&Dundas û li pêşiya Toronto City Hall ên li navenda bajêr pêk hat û sê rojan dewam kir. Çalakiyê bala welatiyên Kanadayê kişand û wan xwe li ser armanca çalakiyê jî agahdar kir. 


 ANF/TORONTO