Polîsan bi hinceta "Îxbara bombeyê" heye destûr neda demeke dirêj jin têkevin meydana mîtîngê ango Meydana Stasyonê. Li meydana mîtîngê pankarta mezin a "Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe li ber xwe didin." hat daliqandin. Dîsa pankartên "Li dijî şer aştiya civaki, li dijî tundiya mêr hevjiyana azad" "Bi mîrateyê Roza u Sarayan ma ver bi azadîyê mê", "Azadîya to azadiya mawa" û "Ji kesên jiyana rûmet, dil, coş û hezkirina jinê ava kir hezar silav" hatin hilgirtin.
Jin beriya ku bimeşin meydana mîtîngê li ber avahiya KCD'ê kom bûn û bi erbane û li ber stranên Kurdî û Tirkî govend gerandin. Jinan xwerêveberiyên Sûr, Sîlopya û Cizîrê silav kir.
Astengiyên polîsan rakirin
Polîsan di destpêka meşê de pankarta "Bi Parastina Rewa ber bi Azadiyê ve" xwestin asteng bikin. Lê belê jinan sloganên "Bijî berxwdana Sûrê" û "Jin jiyan azadi" gotin û meşiyan Meydana Stasyonê.
AMED