Tahîr ji destanên kevin ên koka Mezopotamyayê projeyan derdixe û xebatê dide meşandin. Her wiha dibêje di navbera dengbêjî û operaya ku weke muzîka rojava tê zanîn girêdanek nêzîk heye.  Mizgîn Tahir li ser opera, dengbêjî, Orkestra Heskîf û muzîka Kurdî bersiv da pirsên ANF.


Helwesta Kurdan ji bo operasyê çawa bû?

Di rastiyê de opera ji muzîka rojhilat dûr tê dîtin. Dema ku mirov temaşeyî dîrokê dike heya Yewnana kevin diçe û bi awayekî civatî dihate kirin, weke oratoryoyekê ye her kes şexsiyetekê temsîl dike û di nava wan de nîqaşek heye, ji ber vê aliyê xwe dişibe dengbêjiyê. Li vir cûdahiyek heye; hunera operayê her roja ku çû guhertin têde çêbûn, li gorî demê hate guncaw kirin. Ya me jî dibe ji nepêşxistinê belkî jî qedexeya ziman bû û mirov dikare girêdayî pêkûtiyên heyî jî bike. Dibe ku dengêjiyê jî weke operayê pêşketin çêkiriba.

Ji kîjan aliyan ve dişibe dengbêjiyê?

Li gorî min nota û nefesa dengbêjiyê dişibe operayê. Ferqa di navberê de tenê bi Kurdî tê gotin. Mînak Şakîro tîzek bilinde, dengbêjên din jî wisanin. Kurdî guncawî gelek muzîkane û dikare bêgotin. Opera di cihê xwe de nema, her tim hate guhertin û biparalel pêşket. Muzîka Kurdî feqîr ma. Ez li vir jî bi israr dibêjim bandora jinê heye. Me muzîk tenê girêdayî zilam kir. Kî dizane em niha êşa wê dikêşin. Li gorî min eger rastiya jinê nehatiba jibîr kirin, bawerim dê muzîka Kurdî di astek din de ba.

We dengbêjî û opera gihand hev?

Di albûma destpêkê de min şeş stranên operayê gotin. Armanca min ew bû ku bidim diyarkirin, bi her şêweyî muzîka Kurdî dikare bê gotin û li gel vê jî muzîka Kurdî bicîhanê bidim naskirin. Opera muzîkekî aydê rojavaye.

Eleqeya ciwanan bo operayê çawa ye?

Çawa ku hertişt tê guhertin, muzîk jî tê guhertin. Li gorî min ev tiştek girînge, ji ber ku di encam de pêwîste em koka ku em tîmarkirine jibîr nekîn. Gelek kes hunermendî di qalibekî de tengav dikin, yanî ev têgehiştin heye.

Orkestraya Heskîfê di çi astê de ye?

Sazîbûyîn girînge. Pêwîstiya me bi orkestrayekê hebû. Dema ku em ev biryar girt, dema me got em orkestrayê ava bikîn, pêwîstbû me destanek xistiba jiyanê. Qalib qalibê operayê ye, ya rastî me xwest bi qalibekî nêz tiştekê ava bikîn. Me xebata vê meşand, di encam de bi fikra min Orkestraya Heskîfê di astekî erênî de ye. Keda Şaredariya Êlihê di vê orkestrayê de heye. Keda NÇM (Navenda Çanda Mezopotamyayê) heye...Me konsera destpêkê bi repertuara Dimilkî li ser bîranîna Şehîd Sakîne bi semaha Elewiyan pêkanî û eleqeyekî mezin dît.

Projeyek we ya nû heye?

Erê raste amadekariya projeyekî nû heye, niha em difikirin çîroka Şahmîranê vebêjîn. Eger ez kurt agahiyan jî bidim, Şahmîran jinekî ciwan ya di şerekî de tê revandin û tînin Urartuyê ye. Di rastiyê de ew keça kral ya alîgirê şere. Ji ber gelek bêriya xaka jê hatî revandin dike, hertim tengav dibe, agahiyê ji bavê xwe re dişîne. Bavê wê jî dibêje, eger pêwîst bike ew dê ji bo keça xwe Urartuyê birûxîne. Şahmîran dibêje, daxwaza wê xema bêrîkirina Çemê Dîcleyê ye. Li ser vê yekê li Urartuyê qanalên avê têne çêkirin. Navê qanalên Şahmîranê jî ji vir tê. Weke din jî di navbera Medya û Asûr de şerek demdirêj çêdibe, her du alî jî lewaz dibin, ji bo ev şer bi aştiyane bidawî bibe dikevin nava hewildanan. Asûrî keça Mîrê Medyayê dixwazin. Lê belê jin naxwaze bizewice. Bapîrê wê dikeve navberê û dixwaze jinê îqna bike, daxwaz dike ku ji bo aştî û mirov neyên kuştin bizewice. Li rexmî ku jin naxwaze jî, ji bo aştî pêkwere û mirov nemirin teklîfê qebûl dike. Weke orkestraya Heskîfê me ev guncawî operayê kir û me destanek derxist.

Xebatên ji bo dengbêjiyê hun çawa dibînin?

Li gorî fikra min ji dengbêjiyê dûrketiye û ew girêdan qut bûye. Pêwîste ew stranên careke din têne strîn, pir başe ku ji demboriyê têne girtin, lê dema ku têne girtin, divê zirarê nedin xwezaya stranê û ji wê hestê qut nekin. Mînak em temaşeyî Miryemxanê bikîn, her hevokek wê wateyek cûda dide. Di her hevokek wê de hestek heye û di ruhê muzîk û stranê de jî wisaye. Lê niha hest nemane, hestên mirovan ji xwezayê qut bûne.  Dibêjî qey piştî Miryemxanê jin di muzîkê de bêbandor bûne û hestên wan hatine kuştin. Eger di civakekê de jin hatibe kuştin, ew civak jî miriye. Pêwîste rolê jinê di hunerê de hîn zêdetir be. Pêwîste mirov giraniyê bide hilberîna jinê.

AMED