ŞAHÎN BOZLAR / MAINZ
Radyoya Êrîvanê di muzîka Kurdî de xwedî cihekî girîng e. Gava em berê xwe didin dengbêj û muzîkjenên Kurdan, em dibînin ku pirraniya wan dibêje, li Radyoya Êrîvanê guhdarî kriiye û wê tesîr li wan kiriye.
Nûrê Dilovanî (Nure Dlovani) jî hunermendeke Kurd e ku li Êrîvanê hatiye dinê. Kalikê wê Reşîdê Baso jî ji dengbêjên girîng ê civaka xwe ye. Bavê Nûrê Dilovanî jî ji hunermendên navdar ê Kurd Hozan Dilovan e. Birayê wê Reşo Dilovanî jî ji enstrûmanên gelêrî fîq, zirne û şivikê dixe û vê jî piştî perwerdeyeke akademîk dike. Nûrê Dilovanî jî vîrtuozeke kemanê ye ku di nava malbateke muzîkjen de mezin bûye. ew her wiha li piyanoyê jî dixe.
Di akademiyê de ye
Nûrê Dilovanî, çûye akademiyên muzîkê yên li Êrîvan û Moskovê. Beriya bi 15 salan hatiye Elmanyayê, li Frankfurtê muzîka klasîk xwendiye û bûye pedagoga muzîkê. Ji sala 2015´an ve jî li zanîngeha Kolnê dersdara muzîkê ye. Ew wekî din her somestrê, bi beşdariya hunermendên Kurd tevî xwendekarên xwe konseran jî dide. Nûrê Dilovanî li Gymanasiumeke (di sîstema Elmanyayê de asta perwerdeya ji bo zarokên jêhatî ye di nava sê astên dibistanên navîn de) Kolnê mamostetiya muzîkê jî dike. Wekî din Nûrê Dilovanî bi navbeynkariya Wezareta Çandê ya Elman semîneran dide li ser mijarên "Ka tonên muzîka rojhilat çawa bi înstrumanên muzîka klasîk a rojava dikarin bên îcrakirin".
Di van xebatên xwe û perwerdeya xwe de wê karî karekî zehmet bi ser bixe, lê divê yekê de para desteka bavê wê gelek e; nexasim jî di warê muzîka Kurdî de. Ji bo zehmetiya îcrakirina muzîka Kurdî ew dibêje, "Muzîka Kurdî bi rastî pirr zehmet bû. Erê di ruhê min de hebû, lê îcrakirina wê karekî din e. Min muzîka klasîk xwendibû, lêxistina muzîka klasîk ji ya Kurdî bi gelekî guhertiye. Tonên wê yên cihê û teknîkên wê yên cuda hene."
Projeyên muzîkê
Wê bi koma Trio Amara re ku ji 3 muzîkjenên Kurd ên jin pêk tê albûma bi navê 'Derî' derxist. Bi komê re gelek konser û bernameyên radyoyê jî çêkirine. Wekî din ew di projeya Avian Quartet de jî cihê xwe digire, di komê de ji bilî wê 3 jinên Elman hene yên ku li enstrûmanên bi kevan (şivik) dixin. Wê tevî koma xwe, par tevî Cemîl Koçgun albumeke bi qeydiya zindî amade kir. Ji bo karê xwe yê bi vê komê re ew dibêje, "Newayên gelêrî yên Kurdî ji bo Quarteta xwe ya bi kevanê (şivik) em ji nû ve aranje dikin. Bi vê projeyê em hewl didin muzîka Kurdî bi muzîka klasîk û jazzê re bînin cem hev."
Dersê wê bide zarokên Rojava
Ji bilî van projeyeke w ya nû heye ku ew dibêje wê bibe surprîzek. Lê ji karên wê yên pîroz e ku di ser Skypeê re wê dersê bide zarokên li Rojava. Bi vê rêyê ew ê zarokan fêrî keman, piyano bike û agahiyên giştî yên li ser notayan bide wan.
Nûrê Dilovanî sohbeta me bi bangeke bi dawî dike: "Di serî de ciwanên me, Kurd hemû divê bêhtir xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Em ji bîr nekin miletek bi van herdu diyardeyan heye."