Piştî êrîşên komên çete yên li ser kantonê, navenda dengê Kobanê hedef hate girtin û weşana wê hate rawestandin. Piştî rizgarkirina bajar radyo careke din di 3’yê adarê de dest bi weşana têstê kir. Destpêkê di ferhiya 30 kîlometran de weşan hate kirin.

Xebatkarê Dengê Kobanê Kendal Faris yek ji xebatkarên destpêkê yê radyoyê bû. Faris, destnîşan kir ku wan bê tecrube dest bi weşana ezmûnê kir û got ku wan paşê dest bi amadekariya bernameyên siyasî û civakî kirin. Faris, destnaîşn kir ku bernameyên wan rewşa siyasî ya ROjava, Rojhilata Navîn û tevahiya herêmê vedigot û bernameyên civakî jî li ser pirsgirêkên jinan û civakê bûn.

Derbarê weşana nû ya Dengê Kobanê endama Rêveber a radyo Rûken Ebdo diyar kir ku wan piştî rizgarkirina bajar xebatkarên xwe komî ser hev kirin û careke din dest bi weşanê kirin.


 KOBANÊ