Pêr bi alîkariya Meclîsa jinan a Viyan-Koln, Meclîsa Jinan a Rozerîn-Dortmund û Meclîsa jinan a Arjîn-Dusseldorf panelek li avahiya NaturFreundehaus a Kolnê bi mijara 'Azadiya Rêber Apo û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê' hat lidarxistin. Wek panelîst jî Nûnera Ewropayê ya Yekîtiya Star-Rojava Dilşa Osman û berpirsiyara Cenî Ann-Kristin Kowarsch beşdar bûn.
Panel, piştî yek deqe rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan, bi axaftina Dilşa Osman destpê kir. Osman qala destkeftiyên Kurdan li Rojava de kir û wiha got: "Weke gelê Kurd me gelek tişt di Rojava de bi dest xistin. Me rêxistin bi dest xist. Beriya niha me ne karîbû xebatên xwe bimeşînin, me nedikarî bû tiştekî bikin lê niha yekîneyên parastinê hatin avakirin. Di nav gel de, ev destkeftiyên mezin in. Her wiha bi rêxistkirî, komîteyên xizmetan hatin avakirin. Gelek partî hebûn lê ev hemû deng di desteya bilind de, bûn yek deng. Dengê Kurdan bû yek deng. Hew ti kes dikare li ser me lîstikan bilîze. Di gelek deran de sîstema dewletê tune ye. Îrade di destê gelê me de ye. Xweseriya Demokratîk di gelek cihan de rûniştî ye. Lê hêzên derve diwazin şerê navxweyî derbixin. Bi mijarên mîna Elewî, Sunî û hwd dixwazin bi aloziyên wiha wan cûda bikin. Ji bo Kurd di Sûriyeyê de nebe xwedî rol û xwedî maf, Tirkî jî xerab dilîze. Pêwiste gelê me li hember van hişyar be“.
Rewşa aborî xirab e
Nûnera Ewropayê ya Yekîtiya Star-Rojava Dilşa Osman her wiha li ser zor û zehmetiyên Rojava, di aliyê aborî de jî sekinî û wiha pê da çû:“ Di aliyê aborî de gelekî rewşeke aloz heye. Ji ber jihevcûdabûnê, hikûmetê gelek kes bê kar hiştin. Ji ber zem'an hew kes dikare tiştekî bikire. Li aliyê cizîrê jî jiber ku mesul hatin şewitandin, ev jî bû zerareke gelekî mezin“.
Dilşa Osman di dawiya axaftina xwe de li ser yekîtiya Kurda sekînî û wiha bi dawî kir:“ Tiştê ku em esas digrin azadiya Rêber Apo ye. Hemû lîstikên dijmin divê em bi rêxistinî vala derbixin. Her wiha Kurdan li Bakur, Başûr, Rojava hestên xwe yî yekîtiyê nîşan dan. Ev gelekî li pêş e û her Kurdekî ku ji xwe re dibêje ez welatparêz im, divê hestên xwe yî navnetewî bi her awayî nîşan bide. Her Kurdek pêwiste bi her awayî piştgirî bide soresa Rojava û bi her awayî û di her mercî de xwe tevlî bike. Divê em serkeftinê esas bigrin û bi vê nêzîkatiyê tevbigerin“.
'Hêzê bidin kampanyayê'
Ann-Kristin Kowarsch jî li ser kampanyayên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin sekinî û wiha got:“ Ji bo ku em destkeftina şoreşa xwe, bi her çar parçeyê Kurdistanê re parve bikin, pêwiste em li Rêbertî xwedî derbikevin. Ev destkeftiyên heyî, destkeftiyên li Rojava em nikarin ji rewşa Rêbertî cûda bigrin. Di sala 98'an de Tirkiyê eskerê xwe anî ber sînor û xwest pêşiya vê bigre. Hemû hêzên emperyalîst di xwestin pêşiya van destkeftiyan bigrin. Lê Kurdan ev destkeftîn bi dest xistin ev jî bi felsefa Rêbertî ve girêdayî ye“. Kowarsch paşê di derbarê kampanyayê de agahdarî dan û wiha pê da çû:“ Bi pêngava „An em ê Rêbertî azad bikin, an em ê azad bikin“ de, bi vê ve girêdayî gelek çalakî hatin kirin. Daxwazî jî; azadiya Rêber Apo û statuya Kurdan bikin rojevê. Rêbertî di paraznameyên xwe de, weke civakeke ekolojîk û demokratîk, fikrekî nû afirandibû. Lê mixabin me Rêber Apo û îdeolojiya wî baş neda nasandin. Dîtinên Rêbertî nayên belavkirin û nayên nasandin. Bi vê kampanyaya Tur'a otobusê em ê wî baş bidin nasandin.. Ji bo ku Rojhilata Navîn bigihije aramiyê, çareserî di îdeolojiya Rêbertî de ye. Heya niha gelek partî, sazî û rêxistinan pistgirî bi avêtina îmzên xwe dan. Eger em Rêbertî baş bidin nasandin, em dikarin empatiyê ava bikin. Bi 6-7 mehan em dixwazin vê çalakiyê bi dawî bikin. Heya niha me di got bere tecrîd rabe lê em hew vê qebûl dikin û nikarin qebûl bikin. Ji bo vê jî me azadiya wî esas girtiye.Ji bo her kesên ku îmzê xwe bavêjin jî em dixwazin ku bi zanebûn bavêjin. Bi vê qampanyayê em dikarin azadiya jinê û konfederalizma demokratîk jî bidine nasandin. Pêwiste hemû kes li cihên ku lê dimîne xebatên di vî warî de xurt bike û bi rêxistin tevbigere. Li hember hemû astengiyan pêwiste em mafê xwe yî rawa biparêzin. Di gelek bajarên ku em lê di sekinîn de astengî ji me re derdixistin lê ci dibe bera bibe, weke ku me di diruşma xwe de jî dîyar kiri ye „ An azadiya serok an azadiya serok“ . Û pêwiste em rihê Şemzînan, Çelê û Rojava li Ewropa bidin jiyandin.
Piştî axaftinên axaftvanan bi pirs û nîqaşên beşdarvanan panêl bi dawî bû..
EVÎN AKSOY/KOLN