Cunta Kenan Evren ne tenê ji bo perçiqandina pêşeng û ciwanên şoreşger hatibû ser text, ji bo dengên kurdan di nava partiyê dewletê de têkbirin, pêşî li her ronahiyê girtinê hatibû. Jiwê bendava ji %10 danbû. Ev bendav wek ayetê Quranê bi partiyê dewletê dabû pejirandin. Turgut Ozal, Yilmaz, Demîrel, Çîler, Ecevit û Erdogan tev de mîna ku li ser vê bendê dabin sondê pêve zeliqîn. Ev bendav ji bo partiya desthilatdar mîna şivika sîhîrbazan bû, bê dijwariyek 50-60 parlamenterên kurd diket destên wan. 

Partiya Erdogan li pey ku serkarî bi tevahî kir bin destê xwe, bi îmana sentêzê tirk-îslam bi vê bendava bêdad ve zeliqî, li gel wê dek û dolabên di hilbijartinan de bûye kevneşopî jî êdî bi aşîkarî, bi çoyê zorê û sextekariyên berçav pêkdanî. Mînak: Xistina parlamenteriya Hatîp Dicle, şaredariya Serêkaniyê, Bîlecîkê û wd. ji destê gel derxistin. Lê şerê şaredariya Agiriyê hemû dek û dolabên wan li ber çavan raxist.

Vê hilbijartinê jî di nava hoyên dijwar û derfetên gelek kêm de, bi êrişên rojane, heta her gav û kêliyê, di bin geflêxwarin, derew û boblatên çapemeniya wek tevna pîrikê her der di siya xwe de lewitaniye destpêkir. Dijbangaşiyeke qirêj, rapirsînên mejî tevlihevkirinê, bes nedîtin; bi tirsa têkçûnê dest bi provokasyonan kirin, eskerên li Tendûrekê, bombeyên li Edene û Mersînê, hewldana Selhattîn Demirtaş kuştinê, proveyên lînçkirinan jî xistin qada jiyanê. Kujeriya li Amedê lûtkeya van provokasyonan bû.

Gelek derûdorên qaşo kurd, qaşo medya kurd, qaşo partiyên kurd, qaşo niviskar û rewşenbîrên kurd, qaşo û qaşo jî bi rojane bikaranîn. Heta hewldan ku di nava hêzên kurdistanî de jî aloziyan derxin û wê wek boneyek bikarbînin, daku HDP di bin bendavê de bimîne û ew jî bikanin dîktatorya xwe avabikin.

Karwanê Azadiyê di bin ala HDPê de bi hişmendiya têgîhîştî, azmûnên salan, sebra xwedayî, seferberiya di nava bêderfetiyan de, bi şiyara dostî, hevtêgihiştina gel, netew, kêmar, bawerî, zayend û pêkhateyan gav bi gav pireyeke peyama demokratîk û siberojê avakir; bendav, hestên dijminahiyê, dek û dolab tev de ruxand û  em gihîştin vê roja serfiraz.


Encama vê hilbijartinê 

1 – Careke din pêşdîtina serokatiya gelê kurd bû rastî.  2 – Bendava wek ayetê Quranê û giyana cunta ya12 îlonê di ser wan de hêrifand.  3 – Yekitiya gelê kurd û giyana netewî bi seferberiyeke bêwestan hê xurtir kir.  4 – Di kesayetiya Kobanî de giyana Şoreşa Rojava gelek eşîrên ku bi dehan salan bû wek depoya dengên partiyên dagirker bû ji dagirkeran qetand.  5 - Çend bajar ne tê de (Koçgîrî, Erzurim, Elezîz, Meletiye) partiyên dagirkeran li Kurdistanê neman. Dengên AKPê li Kurdistanê girtine, bi giranî dengên leşker, polês, malbatên wan û yên hin kêmaran in. Mînak: Li hin navçeyên Çewlikê wek Azapêrt (Adakli), Çermê(Yedîsu), Xolxol (Yayladere) Gêxî (Kigi) hêjmara leşker û polîsan ji şêniyên bajêr zêdetir in.Ango bi kêmasî nîvê reyên AKPê yên Leşker û polîsan e. Bêguman beşek piçûkê li dora %5 /10 kurdên berjewendiyên wan li gel AKPê ne jî hê hene.  6 – Bi vê serkeftina HDP ê re ew şovenizma di nava gelên Tirkiyê de bi giranî hate şikandin. 7 – Wê edî AKP nikanibe wekî berê rasterast piştgiriya terorîstên îslamîst bike. Eger hukumeteke din derkeve, wê êdî ji sînoran çek negihîje destê terorîstan. Bi vê ve girêdayî Eniya sunî ya ku Rojhilata Navîn guhezandiye dojeha gelan zerpek mezin xwar. 8 – Bi şikandina serkariya AKPê dibe ku pêvajoya Kongra Netewî cardin zindî be.  9 – Pêşi li dîktatorya yek kesî hate girtin. 10 – Bi vê serkeftinê em geveke din nêzîkê azadiyê bûn. 11 – Bi vê serkeftinê di nava civata cihanê de rewabûna me hate mîsagorkirin. Û û.


Eger HDP bendav derbasnekira? 

1 - Wê Erdogan sedîsed bi boneya heremên tampon, yan jî ewle bi komên xwe yên Daişî ve têketa Kantonên Rojava û komkujiyeke mezin pêkbaniya. 

2 - Dibû ku li Kurdistana başûr jî tevlihevî û kaos pêkbaniya û hewl bida ku bikane careke din birakuji daxîne qada jiyanê. 

3 -Dikanî li hin herêmên wek Hekarî koçberî û derbiderî bida destpêkirin. 

4 – Wê wan ji Ewropiyan bixwesta ku li dijê kurdistaniyan hin tedbîrên tund bigirin. Û û..

Ev serkeftin wek azadî û ji tofan û karesetê filitîn e, ev li gelê me û dostên me pîroz be!