Ciwanên Kurd ên li Azerbaycanê dijîn, ji bo çanda xwe bijîn û polîtîkayên asîmîlasyonê rawestînin, Yekitiya Ciwanên Kurd li Azerbaycanê saz kirin.

Yekitiya Ciwanan a bi navê Komeleya Rojhat xwe birêxistin kir, di 29'ê Hezîrana sala 2011'an de bi awayekî fermî damezrandina xwe îlan kir. Ji wê rojê û vir ve ciwanên kurd ji bo xwedî li nirxên xwe yên netewî derbikevin hewldan û rêxistibûna xwe xurt kirin. Ciwanên kurd li dijî asîmîlasyona ku li hemberî ciwanan tê meşandin, xebatên cuda dimeşînin. Serokê Komeleya Rojhat Nijat Cebraîlova der barê xebatên ciwan û armancên rêxistinbûyîna xwe de bersîv dan pirsan.

Komeleya Rojhat kengî û bi kîjan armancê hat damezrandin?

Em komeke ciwan hatin cem hev û di 29'ê Hezîrana sala 2011'an de me bi civîneke çapemeniyê "Komeleya Rojhat a Yekitiya Ciwanên Kurd a li Azerbaycanê" îlan kirin. Vê yekê di çapemeniya Azerbaycanê de cihekî berfireh girt. Ji ber ku heta niha li ser navê ciwanên Kurd rêxistinbûyîneke bi vî rengî tinebû. Di çarçoveya xebatên çand û civakî de em dixebitin.

Rewşa Kurdên li Azerbaycanê çawa ye? Zimanê xwe, nirxên xwe yên netewî dikarin biparêzin?

Yên ku herî zêde rastî asîmîlasyonê bûne, Kurdên li Azerbaycanê ne. Îro li Azerbaycanê ji 100 ciwanên Kurd bi tenê çar-pênc jê dikarin bi Kurdî biaxivin. Beramberî çand û dîroka xwe, biyanî bûne. Dîroka xwe zêde nizanin. Piştî ku Kurdan koçî Azerbaycanê kirin, li çar aliyan belav bûn. Vê yekê bandoreke neyînî li şêniya ciwanan kir. Li Azerbaycanê cihekî ku Kurd bi awayekî komî lê dijîn, tine ye. Yekîtiyeke me nîne. Ji ber vê yekê, asîmîlasyon bi hêsanî li nava me belav dibe. Li hemberî vê yekê divê em yekîtiya xwe xurt bikin.

Ev du salan hun di saziya ciwanan de xebatê dimeşînin? Di vê demê de tiştên ku guherin, gavên ku hatin avêtin hene? Xebatên we di kîjan astê de ne?
Weke Komeleya Rojhat armanca me ya yekemîn, di warê ziman û çanda Kurd de perwerdekirina ciwanên Kurd e. Bi vî rengî me dikarîbû polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî ciwanên Kurd tên meşandin pûç bikira. Derfetên me kêm in. Di çarçoveya derfetên xwe de em hewl didin tiştekî bikin, lê dizanin ku karê em dikin têrê nake. Em dixwazin ji ezmûnên saziyên Kurd ên li Kurdistanê sûdê werbigirin û karekî baştir bimeşînin. Bi rêya înternetê ji bo alîkariyê me îlan dan û hin bersivên erênî ji me re hatin. Bi taybetî di warê materyalên perwerdeyê de kêmasiyên me hene. Ji bo perwerdekirina ciwanan, ji me re pirtûkên li ser çand, ziman, wêje, dîrok û jiyana civakî ya gelê Kurd divê. Mala wan ava, xuşk û birayên me yên Kurd ên li çar aliyên cîhanê, ev dengê me bihîstin û alîkarî dan me.

Weke komele, hûn ji dewleta Azerbaycanê alîkariyê distînin? Hûn çawa xwe fînanse dikin?

Di warê madî de kes piştgiriyê nade me. Em bi keda ciwanên ku ev komele ava kirine û keda gelê me yê welatparêz, xebatên xwe dimeşînin. Di vî warî de dikarim bêjim ku ciwanên bi me re dixebitin fedekariyeke mezin nîşan didin.

Têkiliya we bi saziyên Kurd ên li Kurdistanê re heye? Eger hebe ev di kîjan astê de ye?

Em dixwazin tekiliyê bi komeleyên Kurd ên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat re deynin. Di vî warî de hin xebatên me hene. Ez tevlî Newroza îsal a Amedê bûm. Bi hin saziyên Kurd û komeleyên li Amedê re hevdîtinên me çêbûn. Em dixwazin têkîliyan pêş bixin û danûstanên me demdirêj bin. Di nava me, di nav Kurdên li Azerbaycanê de nêrîneke bi vî rengî heye; dibêjin Kurdên li Kurdistanê em ji bîr kirine. Em dixwazin ew xwedî li me derkevin. Hînê nayê zanîn li Azerbaycanê çiqas Kurd dijîn. Em naxwazên xuşk û birayên me, li vê derê me ji asîmîlasyonê dûr bixin. Bi danûstandinan ji bo em nêzî nirxên Kurdayetî û netewî bibin alîkar bin û derfetan biafirînin.

We gotin Kurdên li Azerbaycanê hatine jibîrkirin? Ji ber kîjan sedem û nêzîkbûnan têgihiştineke bi vî rengî derdikeve holê? Hûn dikarin vê mijarê hinekî din zelal bikin?
Em dixwazin çapemeniya Kurd, cih ji me re jî veqetîne. Li Azerbaycanê bi hezaran Kurd dijîn, pirsgirêkên wan jî hene. Ew jî dixwazin di weşan û navgînên çapemeniyê de xwe bibînin. Em dixwazin saziyên Kurd di vê mijarê de me bi tenê nehêlin û xwedî li me derkevin. Bila dengê me bibihîzin. Kurdên li vê derê dijîn, nas bikin.

Di nava komeleya we de ma bi tenê ciwanên Kurd cih digirin? Têkiliya we bi komên din ên ciwanan re hene?

Di bin sîwana komeleya me de, ne tenê Kurd komên etnîkî yên ji Kurdan hez dikin û dixwazin di çarçoveya rêzdariyekê de bixebitin jî cih digirin. Têkiliya me bi wan re heye û deriyê me her tim ji wan re vekiriye. Ji xwe yek ji armancên me yên sereke, belavkirina çand û zimanê xwe li gelên din e. Em dixwazin ciwanan perwerde bikin û pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Ne tenê ciwanên Kurd asîmîle dibin. Li dijî gelên din jî heman polîtîka tê meşandin. Eger em ciwan bi hev re tevbigerin, emê bi ser bikevin.

Ji bo nasandina komeleya xwe û xwegihandina hejmareke zêde ciwanan, çi karên we hene?

Bi rêya medya sosyal em dixwazin xebatên xwe li tevahiya Kurdan belav bikin. Medya sosyal îro yek ji mijarên bingehîn ên ku ciwan pê re eleqedar dibin. Ji ber vê yekê em hewl didin vê qadê baş bikar bînin û xwe bigihînin ciwanan. Ji bo vê jî me komên ciwanan ava kirin û em dixwazin vê xurttir bikin.



ÊRÎŞ QOSER/ANF/BAKU