Piştî şoreşa 19`ê tîrmehê gelek dezgehên ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê dest bi weşanê kirin û hewil didin ku bibin dengê gel û şoreşê. Radiyoya Rojava FM ku li herêma Dêrikê weşanê dike û li gelek herêmên Cezîrê tê guhdar kirin bi programên xwe yên cuda bûye dengê gel û ji aliyê bi hezaran ve tê şopandin.
Rojava FM di Adara 2013`an li ser pêla FM 89,4 dest bi weşanê kir û di demeke kin bala xelkên herêmê kişand. Radiyo her roj di saet 7`ê sibehê de bi sirûda Ey Reqîb dest bi weşana xwe dike. Di radiyoyê de ji bilî stran û mûzîka Kurdî programên mîna Roj Baş, Êvar Baş, Şeva Helbestê û gelek programên din ên cuda têne weşandin. Di dema weşanê de gelek welatiyên herêmê bi rêya telefonê beşdarî progaman dibin û derbarê mijarên cuda de hestên xwe tînin ziman.
Her wiha di radiyoyê de nûçeyê rojane bi zemanên Kurdî û Erebî têne weşandin û bi rêya programa Rewşa Rojava nûçegihanên radiyoyê li herêmên cuda yên Rojava nûçeyan radighînin.
Rêvebirê Rojava FM`ê Rênas Mihemed diyar kir ku wan piştî dest bi weşana xwe kirin bala xelkên herêmê kişandine, gelek kes guhdide weşana wan, jiber wê ew derbarê mijarên siyasî, çandî û civakî de programên cuda amade dikin û diweşînin.
Rojava FM her roj piştî saet 11`ê sibehê bultenên nûçeyan diweşîne û bi alîkariya nûçegihanên radiyoyê welatiyan agahdar dike.
Radiyoya Rojava FM ew hewil dide ku bibe dengê çanda hemû pêkhateyên herêmê.
Welatiyên herêmê jî derbarê radiyoya Rojava FM`ê de axivîn û dane zanîn radiyo bûye dengê gelê herêmê û ew bi rêya radyoyê ji geşdanan agahdar dibin.
DÊRIK