Jinên Şengalê li Êzîdxanê jiyana xwe ji nû ve ava dikin. Ji çandiniyê heta çapemeniyê, jin rengê xwe didine hemû warên jiyanê. Di radyoya Çira Şengalê de li dengê jinên Êzîdî tê guhdarîkirin û jin bi rengên xwe tevlî xebatê radyoyê dibin.
Xebatkara radyoya Çira Şengalê, Rûken Şengalî derbarê xebatên radiyoyê de weha axivî: “Radyoya me di 7’ê Mijdara sala 2015’an de dest bi weşanê kir. Bernameya ‘Sibeha Êzîdxanê’ hefteyê şeş rojan heye. Bernama ‘Awazê Êzidxanê’ bernameyeke çandî ye û stranbêj tevlî dibin. Em ê di dema pêş de bernameya jinê, bernama şervanên azadiyê û nûçeyan pêşkêş bikin. Ev radyo ji bo dengê Êzîdxana berxwedêr bigihîne cihanê, hat vekirin. Niha derfetên miletê me pirr kêm in. Gelê me di konan de dijî, elektrîk nîne, nikarin li televizyonê temaşe bikin. Ji ber van şertan, herî zêde li radyoyê guhdarî dikin. Li Şengalê tenê mirov bi rêya radyoyê dikarin agahiyan bigirin.”
‘Ji Bakur heta Rojava tê guhdarîkirin’
Xebatkara radyoyê Şengalî jî diyar kir ku radyoya Çira Şengalê ji Bakur heya Rojavayê Kurdistanê tê guhdarî kirin û got; “Radyoya me li herêmeke berfireh tê guhdarîkirin. Ji Dêrikê heya Qamişlo ji Dihokê heya Zaxo, Mexmûrê, ji Silopiya heya Cizira Botan tê guhdarîkirin. Ji sê aliyê Kurdistanê guhdarên me hene û gelek daxwaziyên wan jî çê dibin. Herî zêde gelê me yê Şengalê stranên derbarê fermanê û berxwedanê de daxwaz dikin. “
Dengê berxwedanê ye
Xebatkara radyoya Çira Şengalê, Riham Xankî jî bal kişand ser mezinkirina radyoyê û weha axivi; “Ji bo em dengê Êzîdiyan bigihînin her derê, divê em radyoya xwe mezintir û xebatkarê xwe zêdetir bikin. Ji ber ku gelek bernameyên ku em plan dikin hene. Divê hemû ciwanên Êzîdî xwedi li radyoya xwe derkevin û ji bo pêşketina wê xebatê bikin. Radyo li Şengalê bi roleke mezin radibe. Ji bo vê jî em bi dil û can di vê radyoyê de kar dikin. Bi taybetî gelek daxwazên jinan çêdibin.”
DELÎLA AXÎN/JINHA/ŞENGAL