Di serdana van deveran de bi hez hezaran kes namzetên BDP´ê pêşwazî kir. Rêxistina BDP'ê ya navçeya Erdîşê ya Wanê, li bajarokê Çelebîbax û navenda navçeyê du buroyên nû yên hilbijartinê vekir.


Serhed wê bibe Botan

Namzeta Hevserokatiya Şaredariyê Dîba Keskîn di merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî de axivî û got, "Hin radibin dibêjin 'Eger BDP bê Şaredariya Erdîşê wê dawî li karê xebatkaran bê anîn'. Em dibêjin kî karê xwe li nava şaredariyê baş û durust bimeşîne, ser seran û ser çavan. Lê kî ji şaredariyê maeş bigire û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî di nava hewldanan de be, wê bersivek me ji wan re hebe." Namzetê Hevserokatiyê Abdurrahman Çagan jî got, "Werin em bi hev re Erdîşê ji nû ve ava bikin."

Wê serkeftina me tevan be

Nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bêgirê Mehmet Alî Tûnç û Safîye Guneş jî li taxên Yenîşhîr û Yavûz Selîmê bi gel re rûniştin û li pirsgirêkên gel guhdarî kirin. Tûnç di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku yekitiya bi ked û xebateke di şertên zor û zehmet de hat afirandin, wê bi xebateke kolektîf di 30'ê Adarê de bi serketinê tacîdar bibe.  

Xweserî qeyîmtir bibe

Nazmetên Hevserokatiya Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn û Abdulkerîm Sayan, xebatên xwe yên hilbijartinê bi civînên gel, serdanên gundan, civînên jinan û serdanên nexweşan dewam kirin. Nazmetên Hevserokatiyê li bajarokê Çîçeklî li gundan malbat ziyaret kirin û di heman rojê de li Taxa Mizgefta Berê ya Artemêtanê beşdarî civîna jinan bûn. Namzetên ku êvarê cihê xwe di civînên gel ên li Taxa Şabaniye de girtin, rastî pêwendiyeke mezin hatin. Namzet Sevîl Rojbîn Çetîn destnîşan kir ku ewê bingeha xweseriyê welê qewîm deynin, ku dê ti carî neheje.

Emê Rêber Apo azad bikin

Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Rêya Îpekê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxên Seyît Fehîm Arvasî û Cevdet Paşa de bi beşdariya bi hezaran kesî 2 buroyên hilbijartinê vekir. Namzetê Hevserokatiya Şaredariyê Veysel Keser li vir peyivî û got, "Emê bi serketina xwe ya di van hilbijartinan de Rêber Apo azad bikin. Gelê Kurd wê bi van hilbijartinan re statuya xwe diyar bike."

Nasnameya netewî

Namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Tûşbayê Oner Yîgît û Hatîce Gunel, bi namzetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban re li taxên Seyrantepe û Îskeleyê beşdarî civînên li malan bûn. Namzetê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Bekîr Kaya di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku partiyên din li her devera diçin soza kadro didin, lê ew doza yekitiyê didin.

Fersendek dîrokî ye
Namzetê BDP'ê yê Hevserokatiya Şaredariya Westanê Basrî Arslan li gundê Gorundukê çû serdana nexweşan. Arslan dûre li bajarokê Ûysalê bi gel re rûnişt û diyar kir ku ew li Westanê xwedî îdîa ne. Arslan anî ziman ku şaredariya AKP'ê heta niha ti xizmet nedaye gel û destnîşan kir ku piştî 30'ê Adarê ewê her kes bibîne ka çawa xizmet tê kirin.
Nazmetên BDP'ê yên Hevserokatiya Şaredariya Bazidê Rohat Ozbay û Delal Tekdemîr li TOKÎ'yên taxên Buyuk Agri, Sanayî û gundê Êlanî civîn lidarxistin. Rohat Ozbay da xuyakirin ku li pêşiya gelê Kurd firsendên mezin hene û got, "Ji her demê bêtir em nêzî serketinê ne." 

DÎHA/WAN