Yek car dîrok nivîsî... Li ser axa qedîm, li nava çandên hezar rengan, li warê zayîna şaristaniyan, rojek ji her rojê cûda biriqî û tîrojeke cûda lê da... Li wir bi sê dengan bang kirin û bi sê dengan sond xwandin. Bi jin û bi zilaman... Bi cilên reng bi reng, bi netew û baweriyan sonda xwe xwandin.

Di hembêza dergûşa şarezayînê de... Li pêşberî gel, li pêşberî dîrok û li pêşberî ew xweza, çiya, zozan, ew hewa, ew ba û çeman, li pêşberî ew kal, pîr, dayik, bavik, xort, ciwan û zarokan... Ew kesên Însan, her yek wek xwe, cem hev, wekhev, rûbirû, bi dengên bilind, bi destên bilind, bi hêstên bilind, sonda xwe xwandin.
Ji ruyê wan dixuya ku li ser axeke ewlekar û bêtirs in, li ser erdnîgariyeke biwefa û dewlemend in, ew sondên ku li Rojava ya Kurdistan bi devên her yek namzetê derket, ew hêstên ku li wê derê li ser pî bû, her çiqasî li der û dorê kesên êrişkar û serîjêker li şûna xwe banz bidin jî, ew soz û peymanan, temam ew sondan, di dîroka însanetiyê de, fetlaneyeke cûda li der xist. Ev yek, yek car ji aliyê dîrokê ve hate nivîsîn... êdî ji aliyê tu kesekî ve nikare were tarîkirin.
Di dîroka mirovahiyê de, tiştên bi vî rengî, her car li der nayê. Çi kesên Yahûdî ku li Memfîsê, li Misrê beranberî Ramses sekinîn, çi kesên ku li Yewnanê li dijberî Xwedayên cûrbecûr ber xwe dan, çi kesên ku li Fransiyê Meclîsa Gelan û Pîrûtan ava kirin, ew hêstên ku li wan deran li der hatî bû, vaye sedan sal şûnde, li ser axa Rojhilatiyan yek car vebû. Bi sedema vê yekê jî, Axa Pîroz, wekî bûkeke xemilî şîn bû...
Ew dengên, ew pêyvên ku li devê sondxwaran; bi Sûryanî, bi Kurdî, bi Erebî derket, hate strandin, wek awazek tev li hewa bû. Êdî îro pêva her kes zane, dîrok zane, gel zane, zanyar û ramangeran, dagirker û êrişkeran zane, leşker, rêvebir û desthilatdar tevda zanin, kaxiz û pênûs zane, êdî temam dinya zane, ew awazên ku dengveda û hat tev li hewayê bû, êdî ji aliyê xwezayê ve hate qeyd kirin, di mêjiya atmosferê de cih girt, tucar wenda nabe...