
Hamdo, da zanîn ku weşana wan ji Hasekê heta Qamişlo, ji Silopiyê heta Nisêbînê û Duhoke heta Hewlerê belav dibe û xîtabî 3 perçeyên Kurdistanê dikin. Hamdo, anî ziman ku ji ber ku li herêmê dem dem ceyran qud dibe nikarin bi rêk û pêk weşanê bikin û wiha got: "Li Kantona Cizîrê pirsgirêka ceyranê heye. Em niha pirsgirêka xwe bi jeneratoran diberivînin. Ji ber xwesiya demokratîk gelê herêmê bi zimanê xwe û rengê xwe stranan guhdar dike. Niha bi Kurdî, erebî, suryanî nûçe tên xwendin. Em beşdaran dikin mêvanê radyo û bi sê zimanan berhnameyan çêdikin. Her roj di saetên êvarî de bernameya "Evarbaş Kurdistan" çêdikin û gel silav dikin. Li Girtîgeha Mêrdîn jî weşana me tê guhdar kirin. Bi vê minasebetê em hemû girtiyên Mêrdînê jî silav dikin."
Hamdo, anî ziman ku ew dê her dem li bîranina şehîdên xwe xwedî derkevin û ew dengê Şoreşa Gel a Rojava ne. Hamdo, da zanîn ku kesên dixwazin ji şoreşê agahiyan bistînin dikarin li radyoya wan guhdar bikin. Niha li Kantona Cizîrê Dengê Rojava û Radyo Cudî weşanê dikin û li Kobanî û Efrinê jî radyo weşanê dikin.
ÎSMAÎL ESKİN/DÎHA/QAMIŞLO