2Namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê, Selahattîn Demîrtaş bangeke girîng li dengdêrên li derveyî welat kir. Demîrtaş got, dengên ji derveyî welat bên, ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê gelekî girîng in. Demîrtaş xwest her hilbijêr di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de dengê xwe bide û wiha dewam kir:”Beriya her tiştî ji dil û can silavên xwe ji gelê me yê li derveyî welat re dişînim. Gelê me yê li dîasporayê beşeke girîng a têkoşîna azadiyê ye û gelekî fedakar e. Di dema hilbijartinan de jî rol û mîsyoneke girîng dikeve ser milê gelê me yê li derveyî welat. Birêvebirina kampanya hilbijartinê ne tenê karê ji bo birina hilbijêran a ser sindoqan e. Kampanya hilbijartinê her wiha karekî xurt ê rêxistinî, propaganda û dîplomasiyê ye. Geşkirina karê hilbijartinê wê piştgirî, hevgirtî û xwedîderketina li hev a gelê me yê li derveyî welat xurtir bike.” Dengên krîtîk ên diyarker Demirtaş wiha îşaret bi girîngiya dengên ji derveyî welat kir: “Dengên ji derveyî welat bên, di van hilbijartinan de ji bo me pirr pirr krîtîk in. Kadroyên me yên ku wê karê hilbijartinê bikin, ji bo têkbirina faşîzma li Tirkiyeyê û pêşîvekirina li demokratîkbûnê firsendên dîrokî pêşkêş dikin. Ev firsend û derfet divê baş werin bikaranîn. Girîng e kadroyên me bi dil û can, li her cihî ji bo dengekî bi tenê jî li erdê nemîne û dengdêran bibin ser sindoqan, sindoqan ewle bikin.” Teqez dengê xwe bidin Demirtaş xwest her kes seferber bibe û wiha dewam kir: “Ji bo destekê bidin hevalên me yên li çar aliyên welêt bi lehengî û fedakarî li ber xwe didin, divê her kes teqez dengê xwe bide. Dengên ji çar aliyên cihanê ji me re bên, hem di namzetiya Serokkomariyê de hem jî di hilbijartinên parlamenê de wê destên me gelekî xurt bikin. Ji niha ve em malavahiya hemû hevalan dikin ku vî karî dikin û serketinê ji wan re dixwazim. Di serketina 24’ê Hezîranê de para we wê mezin be û em ê teqez bi ser bikevin.” ANF